14 girtiyên berxwedana Geziyê hatin berdan
14 girtiyên berxwedana Geziyê hatin berdan
14 girtiyên berxwedana Geziyê hatin berdan
14 kesên di çalakiyên berxwedana Parka Geziyê de hatibûn girtin, serbest hatin berdan.
Di 23'ê hezîranê de bi boneya piştgiriyê bidin berxwedana Parka Geziyê 14 kes hatibûn girtin û li Îzmirê dihatin darizandin. 2'emîn rûniştina doza 14 kesên di berxwedana parka Geziyê de hatin girtin, li 12'emîn Dadgeha Cezayên giran a Îzmirê hat dîtin. Di rûniştina dozêde 14 jê girtî 2 kesen serbest bi tevahî 16 kes û parêzerên wan amade bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel, Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Cavit Ugur, nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên Îzmirê ji tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de girtiyan û parêzeran parastin kirin û xwestin serbest bên berdan. Beşdarên dozê jî ji ber ku heta niha girtiyên geziyê girtî tên darizandin bi siloganan helwesta heyetê şermezar kirin. Piştî navberê heyeta dadgehê der barê 14 kesan de biryara tahliyê da û rûniştina dozê taloqî 10'ê Sibata 2014'an kir.