13 xwendevan û nûçegihana DÎHA’yê hatin binçavkirin

13 xwendevan û nûçegihana DÎHA’yê hatin binçavkirin

Bi pêşengiya DUO-DER’ê gera li Lîcê hat organîzekirin û xwandevanên ku li noqteya lêpirsînê hatin rawestandin, 13 de jê hatin binçav kirin. Polîsan nûçegihana DÎHA’yê ku nûçe dişopand jî xistin binçavan.

Komeleya Xwendevanên Azad ya Zankoya Dîjleyê (DUO-DER) ku di bin pêşengtiya wê de dixwestin gerê pêk bînin, xwendevanên derketin rê, di noqteya lêpirsînê ya polîsan li ser rêya Farqînê hatin rawestandin. 13 xwendevan û nûçegihana DÎHA’yê Sabriye Duman ku nûçe dişopand hatin binçavkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amadê, xwendevanên ku hatine binçav kirin, bi maşînyên polîsan birin Rêveberiya Parastinê ya Bajarê Amedê.

Xwendevanên din yên ku ev nêzikatiya polîsan şermezar kirin, ber berzkirina dûrişmên “Êriş wê me têk nebin” ber bi Lîcê ve ketin rê.