13 ESP'yî li edliyê ne
13 ESP'yî li edliyê ne
13 ESP'yî li edliyê ne
13 ESP'yiyên ku di serdegirtina malên xwe de bi sedema piştgirî dane berxwedana Taksîmê hatin binçavkirin, radestî Edliya Îzmîrê hatin kirin. Der heqê 14 kesên din de jî biryara girtinê heye.
Parêzer Kamîl Agaoglû der heqê lêpirsînê de agahî da Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û diyar kir, ku lêpirsîn ji aliyê "dozgerê bi erka taybet" ve tê meşandin û der barê 14 kesên din de jî biryara girtinê heye.
Parêzer Agaoglû ragihand ku ESP'yî bi sedema tevlî çalakiyên piştgiriya berxwedana Parqa Gezî yên li Îzmîrê di navbera 31'ê Gulan û 5'ê Hezîranê de bûne, hatine binçavkirin û got, "Lê belê li gel vê jî dozgerî wê bi sûcdariya "endametiya rêxistina terorê" lêpirsînê bimeşîne."