Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û hunermend di nav de 101 kesayetî bi navê "Rûspiyan" metnek weşandin. Di metnê de bang li her beşa civakê hate kirin ku di nava tifaqa demokrasiyê de bigihêjin hev.
Metna rewşenbîran wiha ye:
"Em; rûspiyên ku ji beşên cuda yên civakê, ji siyasetên cuda hatine û salên dûr û dirêj li pey xwe hiştine, bang li her mirovî, bi taybetî jî ciwanan dikin ên ku mafê wan e li welatê me di nava civakeke wekhev û azad de bi rengekî aram bijîn.
* Welatê me ti carî di vê astê de neketibû rewşeke tarî, neheqî, bêhiqûqî, bêedaletî, rizandin û bi tenêbûn nedîtibû, bêqîmet nebûbû.
* Destûra bingehîn di pratîkê de hatiye rawestandin. Dadgeriya serbixwe û bêalî ketiye bin fermana Qesrê. Rewşa hêzên ewlekariyê jî bi heman rengî ye. Saziyên ku temînata komarê ne yek bi yek hatine tevizandin.
'GEF LI SER JIYANA ME HEYE'
* Di atmosfereke zext û kêfiyetê de bermahiyên demokrasî û hiqûqê jî ji holê tên rakirin.
* Gef li can û malê mirovan tê xwarin, azadî û mafên mirovan ji nedîtî ve tên, mafên me yên welatîbûnê tine dikin, rêxistinên me yên pîşeyî bi desthilatdariyê ve girê didin, mafê me yê agahîwergirtinê asteng dikin, azadiya fikrî kêm dike û mîna horsekî li serê me dixin.
* Bi daxwazên belavker, talanker û dagirker, şer û dijminatiya li tevahiya cîhanê dixin şûna pîvana 'aştiya li welêt, aştiya li cîhanê'.
* Ya herî girîng jî; em bi rengê bereyan ji hev tên qutkirin. Nîfaqê dixin nava me ji bo mirovên oldar, laîk, sûnî, elewî, çepgir, rastgir, Tirk, Kurd, ciwan, extiyar li ber vê rêveçûnê ranebin.
Gef li ser me hemûyan heye. Bila kes nebêje ku 'dest nade min, min eleqedar nake' û bi xemsarî tevnegere. Gef li ser me hemûyan e. Di rewşekê de ku em li hemberî zor û zehmetiyên aboriyê li ber xwe didin û ji bo kar û nanê xwe têdikoşin, her gava ku yên li desthilatdariyê ne diavêjin, hîn bêhtir me jehrî dikin, hîn bêhtir bêhnê li civakê diçikînin. Astengiyên qanûnî yên ku ji me heye ku bandorê li me nake, ne tenê azadiya me, her wiha gefê li nan û karê me jî dixwe. Em hişyariyê didin desthilatdariyê: Di destê we de hêza desthilatdariyê heye. Hûn xwe dispêrin wê hêzê û hewl didin bi ferzkirinê bi rê ve bibin. Girseyên mezin aciz in, bi guman in, nearam in. Bêdeng in, ev bêdengî ne ji piştgiriya bi we re ye, ev bêdengî ji ber tirsê û neçaretiyê ye. Lê belê roj wê bê îtirazên bêdeng wê mezin bibe, bandorê li hilbijartinê bike û hilbijêr wê pêşî li vê rêveçûnê bigirin. Hûn nebînin jî em dibînin ku ew roj nêz dibe.
'JI BER KU MÛXALEFET BELAWELA YE...'
Koalîsyona AKP-MHP'ê hêza xwe ji belawelabûna mûxalefetê werdigire. Mirovên me yên bêçare û bêbiryar, li alternatîfeke xurt digerin ku xwe lê bigirin. Gefa topyekûn bi berxwedaneke topyekûn ji holê dikare bê rakirin. Çareserî ew e ku hêzên mûxalefetê hemû li ser xeta xwe, li ser hebûna xwe, bi pîvanên bingehîn bigihêjin hev û tifaqa demokrasiyê ava bikin.
BANGA LI CIWANAN: BIBIN YEK, DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Ciwanno guh bidin dengê me. Banga me ne şîreteke ku em li we dikin, banga me kurteberiya tecrûbeyên me yên bi salan e, kêmasiya me ye ku me welatekî ronî ji we re nehiştine. Me hêviya xwe ti carî ji dest nedan. Li dijî vê rewşê ku welatê me ber bi zinaran ve hatiye dehfdan, paşeroja ciwanên me tê dizîn, gel mehkûmî birçîbûnê tê kirin, çavkanî tên talankirin, xweza tê talankirin, jiyaneke bi vî rengî li jinan, gelan û ciwanan tê ferzkirin, mîna doh îro jî em serî li ber hildidin û hêviya me hûn in. Parçebûn, dijminatî û bereyên sexte yên li ser we tên ferzkirin ji holê rakin, bibin yek, dengê xwe bilind bikin. Dem ew dem e ku xwedî li azadî, nan, jiyana xwe derkevin, daxwaza mafên xwe bikin. Ronahiya siberojê di destê we de ye. Û em rûspî dixwazin wê ronahiyê bibînin."
YÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ METNÊ
Kesayetên ku mohra xwe danîne binê metnê:
"Abdûllah Nefes, Abdulbakî Erdogmûş, Ahmet Aykaç, Ahmet Însel, Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Alî Bayramoglû, Alî Sîrmen, Altan Oymen, Arîf Keskîner, Atîlla Dorsay, Aydin Cingi, Aydin Engîn, Ayşe Erzan, Ayşenûr Arslan, Baskin Oran, Bînnaz Toprak, Bulent Ortaçgîl, Canan Arin, Celal Dogan, Cem Toker, Cengîz Aktar, Cengîz Çandar, Cîhangîr İslam, Coşkûn Ozdemîr, Dogan Bermek, Ercan Karakaş, Erdogan Aydin, Ersîn Kalaycioglû, Ersîn Salman, Ertûgrûl Gunay, Ertûgrûl Yalçinbayir, Eşber Yagmûrderelî, Fatma Gok, Fatmagul Berktay, Fehmî Korû, Fîkrî Saglar, Fîlîz Alî, Genco Erkal, Gençay Gursoy, Gokhan Akçûra, Gurel Tuzun, Hacer Ansal, Halîl Ergun, Hasan Cemal, Hayrî İnonu, Herkul Mîlas, Îbrahîm Betîl, Îbrahîm Sînemîllîoglû, İlhan Tekelî, Kazim Guleçyuz, Korkût Boratav, Marta Kalyoncû, Mehmet Hayrî Kirbaşoglû, Melek Ûlagay, Meral Tamer, Meryem Koray, Morîs Gabbay, Mûrat Belge, Mûrat Karayalçin, Mujde Ar, Nadîre Mater, Nazar Buyum, Necmiye Alpay, Nesrîn Nas, Nesteren Davûtoglû, Nûrettîn Sozen, Orhan Pamûk, Orhan Sîlîer, Osman Ûlagay, Oya Baydar, Oget Oktem Tanor, Omer Madra, Peral Bayaz, Rakel Dînk, Reşît Canbeylî, Riza Turmen, Selçûk Erez, Serra Yilmaz, Suleyman Coşkûn, Suleyman Çelebî, Şahîn Tekgunduz, Şanar Yûrdatapan, Şebnem Korûr Fîncanci, Şevket Pamûk, Şukran Soner, Şukru Aslan, Tarhan Erdem, Tarik Ziya Ekîncî, Tûgrûl Eryilmaz, Tûrhan Gunay, Tulîn Dûrsûn, Umît Aktaş, Ustun Erguder, Vecdî Sayar, Veysî Dundar, Yaşar Okûyan, Yucel Erten, Zeynep Oral, Ziya Halîs, Zulfu Lîvanelî."