100 rojên ku bi birçîbûn û sermayê derbas bûn
100 rojên ku bi birçîbûn û sermayê derbas bûn
100 rojên ku bi birçîbûn û sermayê derbas bûn
Erdhêjzedeyên ku piştî erdhêja Wanê ya ku du sal berê pêk hat, ji bo demekê li konteyniran hatin bicihkirin, lê îsal ji aliyê Walitiyê ve ceyran û ava bajarê konteyniran hatin birîn û li ser vê yekê erdhêjzedeyan dest bi greva birçîbûnê kirin û 100 roj temam bû. Bi hatin sermayê re welatî rojên dijwar dijîn û diyar dikin ku ew dê berxwedana xwe heta dawiyê bimeşînin.
Li Wanê piştî erdhêjên 23’ê cotmet û 9’ê mijdarê, 34 bajarên konteyniran hatin avakirin. Piştî ku avahiyên ji aliyê TOKÎ ve hatin çêkirin û bi buhayekî mezin firotin erdhêjzedeyan, wekê ku serokwezîr diyariyê gel kiriye, teslîmat kir û piştî vê jî konteynir yek bi yek hatin rakirin. Lê li hinek bajarên konteyniran nêzî 500 malbatî ji ber ku kîracine û jê re avahî derket jiyana xwe li wir didomînin.
Erdhêjzedeyên ku dema wan tije bû, derneketin, ceyrana wan hat birîn. Li bajarê konteyniran a Anatolî ya li Cadeya Îpekyolu, ji 110 malbatan di şert û mercên dijwar de dijîn, 30 malbatî di 28’ê Tebaxê de dest bi grevê kirin. Ev 100 roje di girevê de ne. Her wiha diyar dikin ku heta avahiyan nedin wan dê berxwedana xwe bidomînin. Lê bi hatin zivistanê re rewş her diçe giran dibe. Şaredariya Wanê sobeyên elektîrîkê dan û kêm be jî hinek rehet bûn lê mixabin Walitiyê hêj çareseriyek neditiye.
Berdevkê erdhêjzedeyan Alî Ahî da zanîn ku armanca wan eve ku ji pirsgirêkê re çareseriyek mayînde bibînin û got: “Şaredariyê sobeyên katalîtîk dan me. Kêm be jî em hinek rehet bûn. Lê niha nexweşî derketin. Em nekarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Tenê daxwaziyek me heye hewcedariyên me bên pêşwazîkriin. Ev jî peywira dewletê. Em tiştek zêde naxwazin. Lê rayedar pêngavan navêjin. Ger sibê tiştek neyînî çêbibe, berpirs Waliye. Em avahiyên mayînde dixwazin.heta daxwaza me neyê cih em dê greva xwe bidomînin. Em di şert û mercên dijwar de dijîn. Berf barî, hewa cemidî. Zarokên me nexweşin. Ev 108 roje ceyran tune.”