10 saziyên ku li Stenbolê: Heta ku tecrîda rabe em ê li berxwdanê de bin!

Li Stenbolê 10 sazî, bang kir ku divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin û vegerin ser mase, nûnerên saziyan, ragihandin ku heta tecrîd rabe dê li ber xwe bidin.

Li stenbolê, HDP,KCD, TÛHAD-DER, KJA û Dayikên Aştiyê jî di nav de 10 sazî, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînekî çapemeniyê li dar xistin.

10 sazî û rêxistinên wekî HDK, HDP, Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD), Kongreya Jinên Azad (KJA) Dayikên Aştiyê jî heyî ji bo balê bikişînin li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyanî dan. Daxuyaniya li avahiya HDP'ê bajêr de hat dayîn de, pankarta "Em li dijî hemû derbeyan demokrasiya radîkal diparêzin" hat vekirin û hat xwestin hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê sazkirin.

Metna hevbeş a daxuyaniyê ji hêla Berdevkê Koordînasyona HDK'ê yê Stenbolê Şamîl Altan ve hat xwendin û ev tişt hat gotin: "Hêzên ku hewldan derbeyê pêk bînin, ketin Biryargeha Fermandariya Giştî ya Beştepeyê. Ev hêzên ku heta van deran çûbin, dê çawa heta Grava Îmraliyê neçin, dê kê ewletiya vê bide? Heta tecrîd neyê bi dawîkirin dê fikarên der barê Ocalan de berdewam bikin."

'RIYA RAST DEMOKRASIYA RADÎKAL E'

Altan gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wekî 'Derbekar qasî 150 metreyî dûrî me ne' jî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di merheleya ku em hatinê de ti agahiyên rayedarên dewlet, hikûmet û rayeya taybet me tatmîn nake û em pê ne bawer in. Jerhkujiya derbeyê demokrasiya radîkal e." Di daxuyaniyê de biryara OHAL'ê ya ku hemû hevdîtinên Îmraliyê qedexe dike û biryara 1'emîn Dozgerê Înfazê yê Bursayê jî hat şermezarkirin.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş jî diyar kir ku heta hevdîtin bi Ocalan re pêk neyên dê çalakiyên wanên wan berdewam bikin.

Endama Koordînasyona KJA'yê ya Stenbolê Perî Adanmiş jî da zanîn kesên 40 sal bû çareserî pêk neanîn, di nava xwe de bi hev ketin û ev tişt got: "Çareseriya vê pêvajoyê bi hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe."

Hevserokê TUHAD'ê yê Stenbolê Arîf Yilmaz aşkera kir ku binpêkirinên mafan ên di şerê li Tirkiyeyê de xwe didin der, bi hemû giraniya xwe li girtîgehê xwe dide nîşan û wiha pêde çû: "Îşkenceyên li dijî girtîgehan dê dê berjewendiyên gelan pêşwazî neke. Di serlêdanên ji bo hevdîtina Rêbertiya me de ev derketin pêş. Divê careke din şansek ji bo gelan bê dayîn. Berovajiyê dê dê kaos û şerê heyî hêj zêdetir kûr bibe."