10 sal ceza dane Hevşaredar Bakirhan

Bi hinceta ku ‘êndamê rêxistinê’ ye 10 sal û 15 roj ceza dane Hevşararê Sêrtê Tuncer Bakirhan.

Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ku 30’ê Adara 2014’an bûye şaredar, 16’ê Mijdara 2016’an ji hêla rejîma AKP’ê ve hate girtin. 17’ê Mijdarê jî qeyûm anîn ser şaredariyê.

Doza Bakirhan Înê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan hate dîtin.  Bakirhan ji Girtîgeha Boluyê ya Tîpa F ya bi Ewlehiya Zêde, bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.

Parêzerên Bakirhan diyar kirin ku girtina miwekîlên wî ne hiqûqî ye û xwestin ku were berdan.

Şandeya Dadgehê bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê’ ye 8 sal û 9 meh û bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 1 sal û 3 meh û 15 roj ceza dane Bakirhan.