1 sal û 10 meh ceza dane nûçegihan Bîlen
10 sal ceza li nûçegihan Adnan Bîlen hate birîn.
10 sal ceza li nûçegihan Adnan Bîlen hate birîn.
Doza nûçegihan Adnan Bîlen ku bi hinceta 'propagandaya rêxistinê kiriye' dihate darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate dîtin.
Bîlen li dadgehê got divê parvekirinên wî bi çarçoweya azadiya ramanê û derbirînê werin nirxandin.
Dadgehê bi îdîaya ku 'propagandaya rêxistinê' kiriye 1 sal û 10 meh ceza da Bîlen û bicihanîna cezayê 5 salan taloq kir.