1. Kongreya Asayî ya HDP destpê kir

1. Kongreya Asayî ya HDP destpê kir

1. Kongreya Asayî ya HDP'ê, bi şiyara "Ji bo ked, demokrasî, wekhevî û azadiyê, ji Geziyê heta Liceyê em bi hev re dimeşin" destpê kir.

1. Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya Odeya Muhendîsên Înşaetê (ÎMO) ya ser bi TMMOB'ê destpê kir.

Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Serketin wê ya karker û kedkarên li xwe didin be", "Li Roboskî bû roja 600., kujer li ku ne?", "Di destûra bingehîn de bila daxwaza zayendî û nasnameya zayendî bên naskirin", "Em şoreşa Rojava silav dikin", "Em berxwedana Rojava ji bajarê rojê, bi tîna rojê û coşa kongreyê silav dikin", "Keda me, nasnameya me, bedena me ya me ye", "Ji zext û zordariya li Elewiyan êdî bes e", "Danûstandin, çareserî aştî, bes serî bigerîne gav biavêje" hatin daliqandin. Her weha li ser ekrana mezin a dikê bi 13 zimanan bi dirûşma "Em dibin yek" beşdar hatin silavkirin.

Piştî hilbijartina dîwanê, deqeyek rêz hat girtin. Kongre yadî bexwedêrên di berxwedana Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.

Di kongreyê de, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yavûz Onen û Fatma Gok, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên Stenbolê Sebahat Tûncel û Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Parlamenterê Mêrdînê Erol Dora, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, 75 damezrînerên HDP'ê, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, hevserokên bajar, navçe û bajarokan û endamên damezrîner, rêveberên bajar û navçeyan ên HDK'ê, nûnerên tevahiya civata HDK'ê, amade ne.

Piştî axaftinên Hevserokên HDP û mêvanan, wê rapora xebatê, rapora lêçûn û hatine werin xwendin, butçeya texmînî bê diyarkirin û erêkirin, pêşniyar li ser rêziknameyê bên kirin û erêkirin.

Lê belê guhertina rêziknameyê bi yek dengî ji rojevê hat derxistin. Li gorî bernameya kongreyê, wê kongre bi hilbijartinên tê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê diyar bibin, bi dawî bibe.