1'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Wanê pêkhat
1'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Wanê pêkhat
1'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Wanê pêkhat
Rûniştina doza KCK'ê ya wanê ku 15 jê girtî 16 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin.
1'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Wanê ku 15 jê girtî 16 siyasetmedarên kurd tên darizandin hat dîtin. Di rûniştina dozê de Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, diyar kir ku di îdîanameyên hatine guhertin de tenê nav hatine guhertin. Dê li dijî van îdîayên der barê wan de hatine amadekirin serî netewînin.
Li Wanê di 26'ê Mijdara 2012'an de di çarçoveya li dijî "KCK"ê nêzî 16 siyasetmedar hatin binçavkirin û ji wan 15 kes bi awayekî girtî tên darizandin. Yekemîn rûniştina dozê di 24'ê Îlonê de li Dadgeha 6'ê Cezayê Giran a Wanê dest pê kir.
Şaredarê bajaroka Eganîsê Veysel Keser, Şêwirmendê Çapemeniyê yê Şaredariya Wanê Saît Kantarcioglu, Serokê Berê yê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Yakup Ataş, Rêveberê Berê yê BDP'ê yê Wanê Nacî Erkol, Rêveberê BDP'ê Naîf Araş, M. Naîm Işik ê berê li Hesabê Rêxistina BDP'ê yê bajêr dinihêrî, hevseroka berê yê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Fevziye Şîran, seroka berê ya Meclîsa Giştî ya Bajêr Semîra Varli, Endame Meclîsa Partiyê yê BDP'ê Huseyîn Dag, Rêveberê BDP'ê yê bajêr Îbrahîm Alkan, ji hîndekarên Mala piştgiriyê ya Perwerdeyê Meral Gungor, rêveberê berê yê MEYA-DER Îshak Arslan, rêveberê berê yê BDP'ê Îsmaîl Demîr, serokê berê yê Rêxistina BDP'ê Selahattîn Bozkurt, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Senar Elter û Endamê Meclîsa Şaredariyê Adil Adiyaman bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" tên darizandin.
Ji bo rûniştina îro girtiyên siyasî ji Girtîgeha Mûşê û Wanê anîn salona dadgehê. Di rûniştina îro de Cîgira Hevserokên Giştî yên BDP'ê Prz. Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, rêveberên BDP'ê nûnerên saziyên sivîl ên civakîe û gelek kesên din amade bûn. Girtiyên ku anîn salona rûniştinê bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Rûniştin di bin qeydên kamerayan de dest pê kir.
Berî rûniştinê Cîgira Hevserokên Giştî yên BDP'ê Prz. Meral Daniş Beştaş, der barê rewşa giştî ya dozê de diyar kir ku ev ne dosya kriminal e û dozek siyasî ye. Beştaş, da zanîn ku hemû siyasetmedarên tên darizandin endam û xebatkarên partiya siyasî BDP'ê ne û ji ber vê yekê divê dadgeha herêmî lê nenere û li dijî vê yekê divê Dadgeha Makeqanûnê li dozê binere.
Beştaş, da zanîn ku daxuyaniyên rêveberên BDP'ê jî wekî sûç tên dîtin û hemû îdîa pûç û vala ne.
Piştre Şaredarê Eganîsê Veysel Keser mafê parastinê girt û bi kurdî parastin kir. Keser, anî ziman ku hemû dozên KCK'ê weki şablonekê amade kirine û tenê di dosyayan de navan diguherin û îdîayên der barê hemû kesan de heman tişt in. Keser, da zanîn ku di sala 2009'an de Cîgirê Serokwezîr Cemil Çiçek bi gotina "Gihiştin sînorê Ermenîstanê" û li ser vê gotinê li dijî wan operasyon hat destpêkirin.
Piştî axaftina Keser, navber dan rûniştina dozê. Heyeta dadgehê diyar kir ku hedef dikin ku 7 rojan rûniştina dozê berdewam bikin.