'Zîlan ruhê serketinê ye'

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku ew bi ruhê fedayî û xeta têkoşînê ya Zîlan (Zeynep Kinaci) mîna volkanekî bi ser dijmin ve diçin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser çalakiya Zîlan ji ANF'ê re axivî.

Zîlan (Zeynep Kinaci) sala 1972'an li Meletiyê ji dayik bû. Sala 1994'an tevlî nava refên têkoşînê bû. Li dijî êrişa 6'ê Gulana 1996'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 30'ê Hezîranê de bombe li bedena xwe pêça û li navenda Dersimê li qada merasîmê ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî kir. Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo Zîlan û çalakiya wê got, "Zîlan manîfesto ye."

Gerîlaya YJA Starê Dîrok Welat diyar kir ku Zîlan bi ruhê xwe yê fedayî sembola xeta têkoşînê ye. Dîrok Welat got, "Ew hêz û îrade ye ku di vê serdemê de bi ruhê Sema Koçer ber bi serketinê ve diçe" û destnîşan kir ku wê li ser şopa rastiya Zîlan bin.

MÎNA VOLKANEKÎ

Gerîlaya YJA Starê Bengîn Dûygû jî destnîşan kir ku ya mîna volkanekî bi ser dijmin ve diçe ruhê Zîlanan in û got, "Niha li ser şopa Zîlan bi hezaran fedayiyên Rêbertî hene. Fedayiyên Rêbertî wê ti carî neqedin. Zîlan fermandara me ya pêşeng e. Îdîaya me ya têkoşînê mezin e; em ê xwe li ber ronahiya hevala Zîlan bi pêş ve bixin."

NAMEYA DAWÎ YA ZÎLAN

Zîlan ku cewhera berxwedêriyê ya jinên Kurd temsîl dike, di nameya xwe ya dawî de ya ji bo bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan wiha digot:

"Serokê min!

Li pêşberî ked û hewldanên we yên bêdawî em canê xwe jî bidin têrê nake. Xwezî ji canê me bêhtir tiştekî me yê din hebûya ku feda kiribûna. We bi jiyana xwe gelek ji nû ve afirandin. Em berhemên we ne. Hûn temînata paşeroja gelê Kurdistanê û mirovahiya cîhanê ye. Jiyana we ji bo me rûmet e, hezkirin, wêrekî û baweriyê dide me. Gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov heta mirinê bi we ve girêdayî ne. Ev balkêşiya we gelekî bandorê li me dike. Di kêliyên herî zor û zehmet de em li hezkirina we difikirin û hêzeke manewî jê werdigirin. Yê ku herî zêde bi şehîdan ve girêdayî ye hûn in. Li ser vê yekê çavê me wê ti carî li paş nemîne. Ez vê çalakiyê ji bo xwe weke wezîfeyekê dibînim ku divê pêk bînim û xwe berpirsyar dibînim. Di wê baweriyê de me ku rêya bidawîkirina kêmasiyên xwe, rêya azadî û afirandina xwe di şer de dibînim û pêwîstiyê pê dibînim ku vê yekê bikim. Dixwazim xwedî li berxwedana Mazlûm, Hayrî, Kemal, Ferhat, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî derkevim û li ser şopa wan bim. Dixwazim bibim vegotina daxwaza azadiyê ya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên kolekirina jinê, dixwazim bombeyê bi xwe de biteqînim, nîşan bidim ku hêrsa min çiqasî mezin e û dixwazim bibim sembola vejîna jinên Kurd.

Ji bo jiyanê xwedî îdîayeke mezin im. Dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin. Têkoşîna me ya rizgariya neteweyî ku bi pêşengiya Serok Apo tê meşandin wê di demeke gelekî nêz de bi ser bikeve û gelê min ê mezlûm wê di nava malbata mirovahiya cîhanê de bibe xwedî cihê ku heq dike. Li ser vê bingehê ez careke din girêdana xwe ya bi Serok Apo, bi şehîdên Kurdistanê, hêzên me yên şer û eniyê, hevrêyên li zindanan, gelê Kurdistanê û mirovahiyê tînim ziman û soz didim ku ez ê hewl bidim hêjayî wan bim. Ji ber ku gelekî hez ji jiyanê û mirovan dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim..."