Zîlan Efrîn li her qada lê dima bû fermandareke hêja

Zîlan Efrîn ku di nava têkoşînê de li ser xeta jinê ya azad meşiya, bi kesayetiya xwe ya kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, li her qadê bû fermandareke mînak.

Di çarçoveya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi hezaran ciwanên Kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe ji çar aliyan berê xwe dan çiyê û tevlî nava refên têkoşînê bûn.

Yek ji van şervanan jî Zîlan a ji Efrînê (Cîlan Ebdullah) bû.

Zîlan sal, enerjî û hezkirina xwe ya ciwantiyê dabû rizgariya welat û gelê xwe. Cîlan Ebdullah li nava malbateke welatparêz a dilsozê doza azadiyê ya Kurd ji dayik bû, ji ber ku neçû dibistanên sîstemê dûrî êrîşên rejîma Baasê jiyana xwe dewam kir. Vê rewşê kir ku hîn bêhtir bi cewher û nirxên xwe ve girêdayî be.

Cîlan hezkirina ji welatê xwe timî dianî ziman û piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, biryar da tevlî nava refên şervanên azadiyê bibe. Ji bo karibe dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe beşdarî nava têkoşînê bû. Navê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan li xwe kir û di jiyana xwe ya nû de bû Zîlan Efrîn. Ji ber bombardûmana dewleta Tirk a li ser her bihosta warê wê, hêrseke mezin lê peyda bû. Şerê xwe yê destpêkê jî li Efrînê da. Li dijî dijmin ê dagirker bi biryardarî û fedakarî têkoşiya, piştî şerê Efrînê ji bo karibe bi rastiya fikir û felsefeya Apoyî re bibe yek berê xwe da çiyayên azad û tevlî nava refên gerîla bû.

Li çiyayên Kurdistanê weke jinekê xwe gihand cewhera xwe, di têkoşînê de li ser xeta jin a azad meşiya.

Zîlan Efrîn ku li qadên gerîla perwerdeya xwe qedand, derbasî herêma Garê bû û karekî serketî kir. Bi felsefeya Rêber Apo ji sînorên sîstemê bihurî ku li jinê ferz dikir û bû milîtaneke YJA Starê ya mînak ku xwedî ruhê serketinê yê demê bû. Li her qadê ji hevrêyên xwe re bû mînak.

Bi kesayetiya xwe ya kedkar li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê, di nava şert û mercên herî giran de wezîfeyên girîng da ser milê xwe. Zîlan Efrîn bû yek ji milîtanên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ku xelkê Rojava ew gihand. Di 8'ê Tebaxa 2022'an de di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Garê tevlî nava karwanê nemiran bû.