Zexta rejîma Îranê ya li ser Kurdan zêde dibe
Rejîma Îranê zext û zordariya li Kurdan dike, dişidîne. Hêzên rejîmê duh bi şev li Ebexê avêtin ser malan û sê Kurd kirin binçavan.
Rejîma Îranê zext û zordariya li Kurdan dike, dişidîne. Hêzên rejîmê duh bi şev li Ebexê avêtin ser malan û sê Kurd kirin binçavan.
Yekîneyên îstîxbaratê yên ser bi hêzên Pasdaran ên Îranê, duh derengiya şevê li Ebexê avêtin ser sê malan.
Di encama serdegirtinê de Mûhammed Xelîlî kurê Abdulmecîd, Kemal Heydanlû kurê Mûhammed û Behmen Brûkî kurê Ata li pêş çavên malbatên wan bi êşkenceyeke giran hatin binçavkirin.
Her sê kes bi îdîaya "alîkariya ji bo PJAK'ê" hatin binçavkirin û heta niha ti agahî ji wan nehatiye girtin.