Zekî Aydin ê ku li Hezexê hat qetilkirin hat definkirin

Cenazeyê Zekî Aydin (Argeş Kerboran) ê ji 12 kesên ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê 24’ê Sibatê di êrîşa helîkopteran de jiyana xwe ji dest dane, li Kerboranê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Zekî Aydin (Argeş Kerboran) ê ku di êrîşa hewayî ya li Hezexê de jiyana xwe ji dest da, li warê wî Kerboranê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Di merasîmê de bavê Aydin Hikmet axivî û got: “Li ser xaka Kurdistanê Argeş ti car bi dawî nabin. Yên ku wê vî şerê qirêj winda bikin wê Erdogan be.”

Cenazeyê Zekî Aydin (Argeş Kerboran) ê ji 12 kesên ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê 24’ê Sibatê di êrîşa helîkopteran de jiyana xwe ji dest dane, li Kerboranê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Piştî kar û barê otopsiyê yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bi dawî bû, cenazeyê Aydin bi konvoyekî ber bi Kerboranê ve ket rê. Di ketina navçeyê de polîsan xwest konvoya cenaze û girseyê asteng bikin, lê gel astengî nas nekir û ketin navçeyê. Cenazeyê Aydin li navçeyê ji aliyê Parlementerê HDP’ê Alî Atalan, rêveberên MEYA-DER, DBP û HDP’ê û bi sedan kesî hat pêşwazîkirin. Piştre cenaze birin Goristana Şehîdan a Taxa Sarayê.

Piştî wecîbeyên olî darbesta Aydin bi kesk, sor û zer hat xemilandin, li ser milê ciwanan bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Hevalê Argeş bê mirin e” heta ser qebrê birin. Cenazeyê Aydin bi gotina “Çerxa Şoreşê” hat definkirin.

Piştî definkirinê, bavê Aydin, Hîkmet Aydin axivî û wiha anî ziman: “Argeş ne tenê kurê min e, ew kurê we hemûyan e. Li ser xaka Kurdistanê Argaş naqedin. Her roja diçe li ser vê xakê jîn ji nû ve tê jiyîn. Yê ku di vî şerî de winda bike wê Erdogan be. Heta dilopa xwîna me ya dawî em ê têkoşîna xwe bidominin.”

Piştî merasîma cenazeyê, girse ber bi mala sersaxiyê ya li Taxa Bahçebaşiyê ket rê.