Zarokên çiyayî yen li Behra Reş

Di pirtûka Zarokên Çiyê yên Behra Reş de beşek ji têkoşîna Mahîr Koç (Celal Başkale) ê PKK’yî û  hevalên wî yên ku li Behra Reş bi hev re şopa xwe hiştin tê vogotin.

Li ser pirtûka ‘Zarokên Çiyê yên Behra Reş’ û Mahîr Koç gerîlayan bîr û boçinên xwe gotin.

Mahîr Koç (Celal Başkele) li Elbakê ya Wanê li gundê Melkava tê dinê. Ji ber ku li gund dibistana seretayî û navîn nebû li dibistana lêrazanê dimîne û hê li dibistana navîn PKK’ê nas dike. Ji ber sedema ku PKK gelek caran diçe gundê wan zexta dewletê ya li ser gundê wan zêde dibe. Piştî zilmê qorîcitiyê li ser gundiyan ferz dikin. Koç ku zext û zordariya qebûl nake tevî nav PKK’ê dibe û di demeke kurt de bi peywirên girîng radibe, bi gelek çalakiyan gelek caran behsa wî tê kirin. Koç li gel ku li qadên Zagros, Botan, Garzan û Dersimê gelek caran birîndar dibe jî ji ti qadê xew nade baş û tim asêyî serkeftinê bûbû.

ÊN KU KOÇ NAS DIKIN BEHS DIKIN

Gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Agir dibêje 2004’an ew li Zapê bi Koç re maye û dibêje, ‘’Beriya ku heval Celal nas bikim min tim navê wî dibihîst. Bi pratîk, şervanî, hevrêtî, fermandarî û xebatên xwe hem mînak bû hem jî beriya ku em hev bibînin me dikarî wî nas bikin. Ji ber ku şêwaz û tempoya wî tim mînak dihate nişandan û yên ku ew nas nedikirin jî dixwestin wî nas bikin. 2009’an em bi hev re çûne Behra Reş. Ji bo min şansekî mezin bû, ev nabe siûda her kesî, ez xwe pir bi siûd dibinim. Em di heman yekîneyê de neman lê du salan di heman beşê de bûn.’’

BI NEÇARIYÊ NIZANÎBÛ

Agir bi berdewamî Koç di gerîlatiyê de bi perspektîfa xwe tim pêşeng û mînak bûye, baş pêjn dikir û hîs dikir û zû dikarîbû ji rewşên nû re bibe bersiv: ‘’Bi neçariyê nizanîbû. ti caran neçar nedima. Çilo jî ba her demê cihek ji bo hevalan peyda dikir, di rewşên herî xeternak de jî aramiya ku ji tecrubeyê dihat pê re hebû. Di avên herî taloke de jî wêrek bû û digot, ‘em dikarin derbas bibin’.  Li cihê ku gerîla gava xwe jî neavêtiye we dikarîbû hûn wî bibînin. Bi heval Celal re hêzeke veşartî hebû û ev li derdorê belav dikir Bi pratîka xwe nîşan dida ku mirov dikare her tiştî bike û tecrube hînker in.’’’

Gerîlayê HPG’ê Şiyar Dersim jî dibêje li Kelareşê bi mesafeya meşe ya 3 rojan kureyê ‘Heval Celal’ bûne û cara pêşî wê demê ew dîtiye û dibêje, ‘’Jixwe çawa ku mirov çav pê dikeve bi pêşengî, ken, tevgerên xwe dikete çav. Koma me wê pê re bihatana heta Şehîdan û wê em li cem kuryeyên dî bihiştina û biçûya. Di rêwitiyê de em bûbûn 27 heval. Ji eyaletên dî jî heval hatin. Piştî ku em ji Şehîdan derketin Hevalê Celal got ew dikare koma me 4-5 rojên dî jî bibe. Ji bo ku zorî li komê nebe wî berpirsyarî da ser xwe û jixwe di cih de plansazî kir û tevgeriya.’’

Gerîlayê HPG’ê Şiyar Dersim dibêje yek ji taybetmendiya sereke ya Mahîr Koç ew bû ku qet neçar nedima û dema ku arîşeyek çêdibû di cih de çareseriyek peyda dikir û bi domdarî dibêje, şehîdbûna Mahîr Koç ji bo wan windahiyeke mezin e û cihê wî nayê girtin û tim dilsozê hevrê, Rêbertî, şehîd û gel bûye.

EM BI HEVALÊ CELAL RE TEVBIGERIN

Dersim li ser şêwaza Mahîr Koç (Celal Başkale) dibêje her çendî carinan zor li hevalan dikir jî dema ku şervanan berê xwe dida Behra Reş digotin, ‘’Em bi hevalê Celal re tevbigerin’. Dersim wiha dibêje, ‘’Li Behra Reşa û bi giştî ji hêla rêxistinê ve li qadên dî yên ku dima ji ber ku tim li pêş bû, tim bi tevlî çalakiyan dibû ji hêla xeta me ya çalakiyê, xeta şer windahiyeke mezin bû.’’

ŞOPÊN LI SER XWENDEVANAN

Gerîlaya YJA-Starê Arjîn Newroz dibêje wê Mahîr Koç nas nekiriye, bi hev re nemane û wiha didomîne, ‘’Her carê bi mînakî behsê dikirin, çîrokên wî û serboriyên wî dihatin gotin. Me jî meraq dikir ku em nas bikin. Li Cîloyê li kampeke zivistanê me bi hev re xwend. Me 8 hevalên jin xwe bi cih kiribû û dest bi xwendina vê pirtûkê kiribû. Wê demê cara pêşî min ev pirtûk xwend û wiha  min hevalê Celal û hem jî gerîlatiya Behra Reş ji nêz ve nas kir.’’

VÎNEKE MEZIN HEYE

Newroz wiha got li ser pirtûkê dibêje, ‘Di nav pirtûkê de hem tê gotin bê ka heval Celal û hevrêyên wî çi zehmetî dîtine. Her çendî mirov biêşîne jî ji hêlekê ve dibe tecrübe. Dema ku mirov li heval Celal dinere di taktîka leşkerî de pir pêşketî ye, dijmin nas dike, hema dhema dikeve nav dijmin de lê bi manewrayan hevalan xilas dike. Di şerê germ de yek ji xala ku mirov meraq dike têkiliyen hevrêtiyê ne. Heval Celal birîndar dibe, hevalên li cem jî birîndar dibin. Di wan deman de ya li pêş hezkirina wan a li hev e. Heta kêliya dawî jî vîneke mezin heye.’’

Şervana YJA-Starê Amargî Tendurek dibêje wan pirtûk bi armanca perwerdehiyê xwendine, helwesta gelê Behra Reş ya li dijî Kurdan ji hêla desthilatdariyê ve hatiye çêkirin û ev dijwarî jî di bandorê li gerîlayên Behra Reş dike. Tendûrek dibêje, ‘’Em dixwînin ku Behra Reş ku hevalê Celal lê dimîne çendî dijwar e. Heke rojekê rêya me jî bi wan deran bikeve, dibe ku em bi hev re nejiyabin jî em veguhaztiya tecrûbeyan dixwînin û li ser nîqaş dikin.’’

Gerîlayê HPG’ê Dara Xelîla jî dibêjê pirtûkê gelek bandor lê kiriye, wan pirtûk hem bi mebesta perwerdehiyê û hem jî takekesî bi hev re xwendiye û didomîne: ‘’Hevrêtiya PKK’ê bi vê pirtûkê re min nas kir. Hevrêtiya wî û hevrêyên wî li qadên bi risk û dijwar jî, dilsoziya wan a bi hev re pir bandorê li mirov dike.’’

RAGIRTINA ZEHMETIYAN

Gerîlayê HPG’ê Hozan Argeş jî dibêje hem pirtûk xwendiye û hem jî ji ên ku Koç nas dikin guhdar kiriye û dibêje, ‘’Ragirtina zehmetiyan yek ji taybetmenidya milîtanê Apoyî ye, di pirtûkê de ev tê destnîşankirin’’ û didomîne, ‘’Gerîlatiya ku ji demê re dibe bersiv hevalê Celal kişandiye Behra Reş. Dema ku Koç û hevalên wî Mahîr Çayan bi bîr tînin û dema ku ji pêvajoya Behra Reş derbas dibin pir bandor li min kir. Di pirtûkê de tecrube tê vegotin, her wiha bi xwe re naskirina dijmin jî çêdike.’’