Zarokê ku wesayîta leşkeran lê qelibî, jiyana xwe ji dest da

Zarokê 5 salî yê bi navê Bûrak Îlhan ê ku li Êlihê wesayîtan leşkeran lê qelibî, jiyana xwe ji dest da.

Kuştinên ji ber wesayîtên leşker û polîsan didome. Li Êlihê li Taxa Korikê leşkerekî ku nav û rutbeya wî nehate zanîn dema ku li ser wesayîta xwe ya taybet ajotina wesayîtê nîşanî hevalekî xwe dide, li zarokê 5 salî yê bi navê Bûrak Îlhan qelibî. Îlhan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

Duh jî li ser rêya derketinê ya Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr wesayîteke zirxî li otomobîlekê qelibîbû. Di vê qezayê de 3 jê leşker 5 kes birîndar bûbûn û hatibû ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Piştî Rewşa Awarte û heta îro 18 qeza pêk hatin ên ku wesayîtên zirxî kirine. Ji ber van qezayan an jî reşandina gulleyan li Kurdistanê bi kêmanî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 39 kes jî birîndar bûn. Li Amedê di salekê de 21 kes ji ber qezaya wesayîtên zirxî yan jî reşandina gulleyan jiyana xwe ji dest dan.