Zarokê ji ber zilma DAIŞ’ê hat revandin di bin boriyên dewletê de mir

Boriyên avê yên di çarçoveya projeya avdaniyê ya Pirsûsê de, bûn sedema ku zarokê 10 salî Îbrahîm Mihemed Begî yê bi malbata xwe ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê hatin gundê Qop jiyana xwe ji dest bide.

Boriyên avê yên di çarçoveya projeya avdaniyê ya Pirsûsê de, bûn sedem ku zarokê 10 salî Îbrahîm Mihemed Begî yê bi malbata xwe ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê hatin gundê Qop jiyana xwe ji dest bide.

Boriyên bi armanca avdaniya Deşta Pirsûsê wê li kanalan bên bicihkirin, ji ber rasterast li qadan hatine belavkirin, bûn sedema ku zarokê 10 salî Îbrahîm Mihemed Begî yê bi malbata xwe ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê hatin gundê Qop jiyana xwe ji dest bide. Begî yê bi hevalên xwe re li ber boriyan dilîst di bin boriya ku hat qulipî de ma û birîndar bû. Zarokê biçêk ê gundiyan ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku wê cenazeyê Begî sibe ji nexweşxaneyê bê wergirtin û ji bo bispêrin axê wê bibin Kobanê.