'Zaroka gelekî berxwedêr im, xweş dizanim serbilind bim!'
Endama Kolektîfa Sînema Mezopotamya Lîsa Çalan a 28 salî, ku di êrîşa bombeyî ya li mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê de her du lingên xwe winda kir, ji bo jiyanê li ber xwe dide.
Endama Kolektîfa Sînema Mezopotamya Lîsa Çalan a 28 salî, ku di êrîşa bombeyî ya li mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê de her du lingên xwe winda kir, ji bo jiyanê li ber xwe dide.
Lîsa Çalan, tevî ku di êrîşa bombeyî ya li mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê de her du lingên xwe winda kir, bi dildarî xwe li jiyanê digire. Hêviya herî mezin a Çalan, ku piştî meheke din wê cara duyemîn emeliyat bibe ew e; bi protez be jî dixwaze dîsa bimeşe.
Endama Kolektîfa Sînema Mezopotamya Lîsa Çalan a 28 salî, ku di êrîşa bombeyî ya li mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê de her du lingên xwe winda kir, ji bo jiyanê li ber xwe dide. Çalan li malê bi rûkenî û nêrînên xoşewîstî me pêşwazî dike. Çalan ku berî teqînê li Akademiya Rojhilata Navîn hîndekara hunerê bû û fîlmeke demkurt ê bi navê 'Zimanê Çiyê' yê li ser berxwedana li dijî asîmîlasyonê amade dikir, li benda rojên ku karibe careke din bimeşe. Çalan a di nava her şert û mercî de berxwedan veguherandiye rêbaza xwe ya jiyanê got, "Li me Kurdan her tim zilm hat kirin, lê me her tim li ber xwe dan, me her tim serê xwe bilind kir."
KÊLIYA TEQÎNÊ
Çalan di 5'ê Hezîranê de ji bo tevlî mîtînga dawî ya HDP'ê ya hilbijartinê bibe bi coşeke mezin hatibû Meydana Stasyonê. Bi vî rengî ew teqîna jiyana wê serûbin kir vegot:
"Bi hevalên xwe re me akademiya lê dixebitîn girtin û bi hev re bi coşeke mezin em çûn Meydana Stasyonê cihê mîtîngê. Piştî ku ji nuqteyên kontrolê yên polîsan derbas bûn, em ketin qada mîtîngê ya bi mirovan dagirtî. Bi coşeke mezin em li wê derê li benda axaftinan bûn. Hingî xwişka min a mezin li min geriya. Got ku daweta dotmama me ya bavê wê di girtîgehê de ye heye, ji bo demeke kurt be jî eger ez bêm, wê baş be. Piştî ku hinekî li qada mîtîngê mam, min biryar da ku saet derdora 18:00 ji bo kincê xwe biguherînim biçim malê. Tevî ku xwişka min bi israr got ku ez neçim malê, em ji vir biçin, û tevî ku hevalên min ji min re got, ji vê rê neçim, ew der qelebalix e, ez ketim nava girseyê.
'MIN GOT XWEZÎ EV HENEKEK BE'
Li cihê trafo lê ye, ez asê mam. Li pêşiya min dezgehek bi qasî digihêje çonga min bilind a semawer li ser bû, hebû. Ji ber ku cih tinebû bimeşim, min lingê xwe spart dezgehê. Min xwest xwe di ser dezgehê re biavêjim, lê di wê kêliyê de bi dengê teqîneke mezin ez pengizîm. Dema min çavên xwe vekir, deng ji guhê min dihat, min tiştek nedibihîst. Ji ber şoqê, min hînê êş hîs nedikir. Dema min li derdora xwe nihêrî min dît ku mirov di nava xwînê de ne, li ser hev dirêjkirî ne. Ti gotin nikare rewşa li wir vebêje. Gelekî tirsnak bû. Di destpêkê de min hewl da xwe rast bikim û di lingê xwe êşeke giran hîs kir. Ji ber ku di pozîsyona bek de rûniştîbûm, min destpêkê xwe dibe ku lingên min şikestî ne. Dema min lingê xwe yê çepê kişand, min dît ku valahiyek heye. Di wê kêliyê de min got û xwest, ev yek henekek be. Min serê xwe bilind kir, li ezmanan nihêrî û got, 'Xwedayê min tu henekan bi min dike'. Ji çongê û pê ve lingê min tinebû, bi tenê goşt xuya dikir û mîna ji kaniyê av diherike, xwîn diherikî. Min got, 'Xwedê bila lingê min ê duyemîn li şûna xwe be'. Dema min lingê xwe yê duyemîn hêdîka kişand, min dît ku rewşa wî ji yê din xerabtir e. Goşt parçe parçe bûbû û hestiyê min li derve bû. Dema min fêm kir ku her du lingên min jê bûne, min got ku divê ji ser hişê neçim. Ji ber ku eger ji ser hişê xwe biçûma ez ê li wir bimirama. Êşeke gelekî giran destpê kiribû. Milên min û nîvê porê min ê gelekî dirêj şewitî bû.
'NAVA AMBÛLANSÊ VALA BÛ, TIŞTEK DI NAV DE NEBÛ'
Min ji xwe re digot, gelo şer derketiye, gelo em ne li mîtîngê ne? Mirov derhal hatin cem min. Jinan digotin, 'Gelo ev zilma li me tê kirine ne bes e' û digiriyan. Ciwanên hatin ser hişê xwe, birîndar hilgirtin. Bi awayekî rûniştî, bi destê xwe ez li lingên xwe geriyam. Min çenteyê xwe dît. Ber çavê min hinekî reş bû, ji bo ji ser hişê xwe neçim heta ji min dihat min li ber xwe dida. Gelekî xwîn ji min diçû. Dûre min bihîst ku 8 kîlo xwîn ji min çûye. Di bedena mirovan de ji xwe bi giştî 10 kîlo xwîn heye. Ciwanan her du lingên min bi hemberan şidandin. Du ciwanan ez hilgirtin û ji korîdorê birin ambûlansê. Tiştekî ecêb e lê hundirê ambûlansê vala bû. Ti amûreke karibe pê mudaxle bike, tinebû. Wê rojê piştî bûyerê min xwe gelekî bi tenê hîs kir, malbata min ne li cem min bû, dengê bi tenê yê dihat naskirin dengê Şêrko yê li ser platformê anons dikir bû. Timî digot trafo teqiya ye, min jî ji xwe re digot, 'Na Şêrko, ne trafo, bombe teqiya û ez ê niha bimirim.' Min timî ji xwe re digot divê nemirim, divê li ber xwe bidim. Piştre min gelekî ji xwe pirsî, tevî ku min dizanîbû wê êdî du lingên min tinebin çima ji bo jiyanê min ewqasî li ber xwe da. Û min bersiva vê pirsê di nava rastiya me Kurdan de dît. Li me Kurdan her tim zilm hatiye kirin, me jî her tim li ber xw edane û me her tim serê xwe bilind kirine."
'DIVÊ EXLAQEKÎ ŞER JÎ HEBE'
Çalan ku ji ber maşînên polîsan rê girtin, bi wî halê xwe demeke dirêj di ambûlansê de hat sekinandin, ji bo ji ser hişê xwe neçe heta dawiyê li ber xwe da. Çalan a li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat emeliyatkirin, li bendê ye ku pitşî meheke din bikeve emeliyata duyemîn. Çalan a ku gelekî ji meşê, ji bazdanê hez dike, tekane hêviya wê ew e ku bi protez jî be, karibe careke din bimeşe.
Çalan got, "Amed a ewçend mezin, ji bo min gelekî biçûk xuya dikir. Bi meşê diçûm her derê. Her tişt ji nişka ve tine dibe. Di kêliyeke ku tu qet lê nafikire, tevahiya jiyana te diguhere." Çalan anî ziman ku di demên herî zêde tengav dibe de li gerîlayên li serê çiyê yên dest û lingên xwe winda kirine lê tevî vê jî li ber xwe didin, difikre û got, "Kekê min mexdûrê şer e. Ji ber berfê, ji ber sermayê kangren bû û her du lingên wî nîne. Em heman çarenûsê dijîn. Diya min timî dibêje 'lingên her du zarokên min nîne' û digirî. Carna dibêjim, xwezî min guh bida xwişka xwe û bi wê re biçûma. Lê belê eger ez vê rewşê ji xweziyan re bihêlim, hingî ez ê ji nav dernekevim. Ez ê nikaribim xwe ji vê êşê rizgar bikim, ez ê şexsî bikim. Lê belê ez ne bi tenê me, li çiyê gelek gerîla hene lingên xwe winda kirin û gelekî jî kêfxweş in. Bi protezan re li çiyê dimeşin. Timî li wan difikirim û hewl didim xwe motîve bikim. Ez ewlada gelekî ku cenazeyên xwe bi tilîliyan radike me, zaroka gelekî berxwedêr im, ji ber vê yekê ji bo vê ji ser xwe biavêjim divê li ber xwe bidim."
Çalan destnîşan kir ku divê şer jî xwedî exlaqekê be, lê belê DAIŞ xwedî vê exlaqê nîne û got, "Eger em li wê derê ewçend zêde di nava hev de nebûna, dibe ku gelek mirovan jiyana xwe ji dest bidan." Çalan got, "Her kes nifiran li wî êrîşkarî dike, lê min lê nekir. Ji ber ku ew ne miroveke, ew ne tiştek e û nifir li ne tiştekî nayê kirin."