Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Yuksekdag: Hiqûq jî nikare vebêje; divê doz betal bibe

Yuksekdag têkildarî doza ku lê hatiye vekirin got, "Rewşeke welê li ber me ye, ku hiqûq jî nikare vebêje. Divê doz betal bibe." Rûniştina dozê hate taloqkirin.

Yuksekdag têkildarî doza ku lê hatiye vekirin got, "Rewşeke welê li ber me ye, ku hiqûq jî nikare vebêje. Divê doz betal bibe."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ji ber axaftina xwe ya 27'ê Cotmeha 2015'an a dema ku otogar hatî vekirin hate darizandin. Doza ku bi îdiaya "qedexeyê hilbijartinê bin pê kiriye" hatiye vekirin li 1. Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê hat dîtin. Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi SEGBÎS'ê  beşdarî dozê bû.

Parêzerê Yuksekdag, Suat Çakan got ku muwekîla wî hê jî parlamenter e û wiha axivîB "Rakirina destnedayîna parlamentera me hem li dijî qanûna bingehîn hem jî rêziknameya hundir a Meclîsê ye. Desthilatdariya siyasî, serokwezîr û wezîr jî di hema hilbijartinan de tevlî hezaran merasîmên vekirinan bûne û axivîne. Di Belgeya Şefafî ya 2015'an de, di propagandayên ku AKP'ê li ser esasê ol kiriye  dê bêdîtin ku dema ku destnedayîn bên rakirin ev yek li dijî wekîlê partiyekî ketiye dewreyê." Çakan xwest ku muwekîla wî bê berdan. 

Parêzer Sevda Aydin jî wiha got: "Destnedayînên ku azadiya derbirînê misoger dike bi awayekî nehiqûqî hatin rakirin. Li Wanê seroka partiya ku ji sedî 60 deng girtiye. Li bajar û navçeyê partiya ku herî zêde deng girtiye. 102 şaredarî di destên HDP'ê de ne. Ger armanceke wisa heba wê xizmetên şaredariyê bikarbianiya. Ji ber vê yekê dixwazim muwekîla min bê berdan."

Yuksekdag jî di parastina xwe de wiha got: "Di vê pêvajoyê de hiqûq di bin ecebiyekî siyasî de ye. Di warê hiqûqî de jî birayerekî neqanûnî hatiye dayîn. Hikmê qanûna bingehîn a esasî ji aliyê piraniya neheq a meclîsê ve hatiye binpêkirin. Ev mafê ku hatiye binpêkirin ne yê Fîgen Yuksekdag e yê gelê Wan û Erdîşê ye. Rewşeke welê li ber me ye, ku hiqûq jî nikare vebêje.. Berpirsyariya qanûnçêkirinê veguheriye neberpirsyariya qanûnçêkirinê." 

Yuksekdag di parastina xwe de got ku girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê biryarekî siyasî ye, divê ev wekî sûc neyê hesibandin. Yuksekdag wiha axivî: "Ez parlamentera ku waniyan hilbijartine me, seroka partiyekî siyasî me. Nûnera hemû Wanê me. Axaftina min di çarçoveya qedexên hilbijartinê ya 24 saetan de nîne. Beşdarbûna min a merasîma vekirinê tiştekî xwezayî ye. Lê çi heyf e ku ez ji ber axaftina xwe têm darizandin. Ez dixwazim ev doz bê betalkirin û beraeta xwe dixwazim."

Heyetê pirsa "Hûn eşkerekirina hikm dixwazin di dîrokekî pêş ve bê taloqkirin" kir li ser vê yekê Yuksekdag got dê qebûl neke û beraeta xwe xwest, xwest ku doz bê betalkirin.

Heyeta dadgeyê ji bo rapor û delîl bên komkirin rûniştina dozê taloqî 28'ê Nîsanê kir.