Yuksek: Bila di destpêkê de pirsgirêkên lezgîn çareser bibin, em ê piştre sîstemê nîqaş bikin
Yuksek diyar kir, ew alîgirê çareserî û aştiyê ne û got, AKP/Qesra Erdogan li dijî vê yekê, operasyonên qirkirina siyasî dimeşîne.
Yuksek diyar kir, ew alîgirê çareserî û aştiyê ne û got, AKP/Qesra Erdogan li dijî vê yekê, operasyonên qirkirina siyasî dimeşîne.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, li Wanê bi xebatkarên çapemeniyêre re taştê xwar. Yuksek di civînê de bersiv da pirsên rojnamevanan. Yuksek, bal kişand ser zextên li ser partiya xwe û hevşaredarên girtî.
Yuksek anî ziman, ku li hemû cîhanê hemû şer bi aştiyê bi dawî bûne û wiha got: "Ti carî şer xizmeta mirovan nekiriye. Ya girîng ew e ku mirov karibe rewşa hemû mirov bi hev re bijîn ava bike. Armanca me em şerê li vî welatî bi dawî bikin û aştiyê pêş bixin. Li Wanê Hevşaredar Bekîr Kaya ku bi piraniya dengê gel bû şaredar, îro çima ne li vir in. Gelo van mirovan li hemberî civakî kijan sûc kirine? Her ku em tên girtin û em tên berdan em dîsa di aştiyê de israr dikin. Em her dem dixwazin li vî welatî aştî pêk were."
'PIRSGIRÊKA ME YA LEZGÎN NE SÎSTEMA SEROKATIYÊ YE, PIRSGIRÊKA KURD E'
Yuksek da zanîn, pirsgirêka herî lezgîn a vî welatî pirsgirêka Kurd e û got, "Divê em pirsgirêkên ku li vî welatî rê li ber aloziya nava civakê vedike, çareser bikin. Xanî dişewite, lê em nîqaş dikin bê kî wê xanî bi rê ve bibe. Pirsgirêka herî lezgîn pirsgirêka Kurd e, pirsgirêkên aboriyê ne. Em destûreke bingehîn a van çareser bike dixwazin. Em aştiya civakî û çareseriyê pêk bînin, piştre rabin sîstemê nîqaş bikin."
Yuksek diyar kir, niha rewşa edalet û azadiyê li Tirkiye tine û wiha berdewam kir: "Niha kampanya li ser milekî dimeşe heye. Hikûmet bi serê xwe propaganda daye destpêkirin. Eger ku ev qanûn bê guhertin wê tiştekî rewa nemîne."
Yuksek, bal kişand zer zextên li ser çapemeniyê jî û wiha got: "Em zextên li ser we dizanin. Em hevî dikin ku wê çapemenî bi hêz bibe û van rastiyan binivîse."
Yuksek dest nîşan kir, ku ji bo dengekî xurt ê 'NA' ji referandûma li ser destûra bingehîn a AKP-MHP'ê derkeve, ew ê bixebitin û got, "Madem wê referandûm bê kirin, bilêhin ku her kes nêrînên xwe eşkere bikin. Naxwqe encama vê dengdanê wê ne rewa be. Divê derfetên azad bêna firandin. Mafê her kesî heye ku nêrînên xwe ragihînin. Em bang li hikûmetê dikin, ku bi erka xwe rabe. Naxwe hikûmet wê di binê vê de bimîne."
'YÊ PÊVAJOYÊ RAST BIKE OCALAN E'
Yuksek ji bo pirsa li ser daxwaza Heyeta Ewropayê ku destûr ji Wezareta Dadê xwestiye ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike wiha got: "Wisa xuya dike ku hikûmet zor destûr dide vê hevdîtinê. Lê ger ku destûr bê dayîn kesê ku vê pêvajoyê rast bike û ber bi çareseriyê ve bibe Birêz Ocalan e."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan jî anî ziman ku hemû şaredariyên wan ên bajar û navçeyên Wanê tev bûne mîna qereqolan û wiha got: "Niha dibêjin deynê şaredariyan heye. Teqez tiştekî wisa tine ye."