YRK'ê li ser êrîşa li Şarbajar daxuyanî da

YRK’ê derbarê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Şarbajêr de daxuyanî da û got: “Di bombebarana dewleta Tirk de tu ziyan negihiştiye hêzên me.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Şarbajêr de daxuyaniyek nivîskî da

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Di 4’ê Cotmehê de li ser Çiyayên Asosê yê herêma Şarbajêr êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker çêbû. Di van êrîşan de balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Baswa û sê caran Kanî Xendek bombebaran kir. Di van êrîşan de tu ziyan negihiştiye hêzên me.

Dewleta Tirk a dagirker timî ji bo ku têkçûna xwe ji raya giştî ya cîhanê veşêre, êrîşên hewayî pêktîne. Mînaka dawî jî êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî çalakiya fedaî ya Enqerê pergala qirker, dagirker û faşîst hejand. Dewleta dagirker bi vê çalakiyê derbeyek mezin xwar û bi êrîşên dawî dixwazin li ser windahiyên xwe bigrin. Em weke YRK van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin.“