YRK: Îran rastiyan berovajî dike

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kir ku Îran bi progandaya derew rastiyan berejavî dike. YRK'ê bal kişand ser balafirên keşfê yên dewleta Tirk ku li ser çiyayê Asos geriyane.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî şerê ku 20'ê Tîrmehê di navbera gerîlayên wan û hêzên Îranê de qewimî daxuyaniyek nivîskî weşand.

YRK’ê li ser bûyerê ev tişt got: "Şeva 20'ê Tîrmehê li herêma Hewrama Text di nava yekîneyên me û komên çekdar û cerdevanên rejîma Îranê ya dagirker de ku kemîn danîbûn pêşiya hevalên me, şer rû da. Di şer de ti ziyan bi hevalên me negihîşt. Bi selametî gihîştin cihê xwe. Lê ji çekdarên dijmin kuştî û birîndar hene. Hejmara wan neheta zanîn. Lewma rejîma Îranê bi propaganda derew û şerê taybet rastiyan berevajî dike û hemû daxuyaniyên çapemeniya şerê taybet a Îranê û sêbera wê bê bingeh û ji rastiyê dur in.

TEVGERA BALAFIRÊN KEŞFÊ YÊN TIRK

Di berdewama dagirkerî û êrîşên hevbeş ên dagirkerên Kurdistanê de roja 22'ê Tîrmehê di saet 23.30 û 00.30'an de û sibeha 23'yê Tîrmehê jî di saet 04.30 heta 08.30'an balafirêş keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayê Asos geriyan."