YRK: 3 gerîlayên me li Çiyayê Asosê şehîd bûn

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku di bombebaranên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Çiyayê Asosê de 3 gerîlayên wan şehîd bûne.

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û Îranê yên di şeva 27'ê Mijdarê de li ser Çiyayê Asosê yê bajaroka Mawet a Silêmaniyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Guhertin û bûyerên li herêmê li ser bingeha têkoşîna tevgera Apoyî ya li Rojhilata Navîn ber bi azadiyê, demokrasî û yekîtiyê ve diçe. Ev guhertinên hanê gelê Kurd jî ber bi yekîtiyê ve biriye. Hêz û îradeya tevgera gelê Kurd her ku diçe berfireh dibe. Bi hêviya ku gelan ber bi azadiyê ve bibe. Siyaseta dewletên faşîst a Tirk û Îranê ku wê nikaribe gelê Kurd ji holê rake, niha ew bi xwe ber bi rewşeke krîzê ve çûne.

Gelê Kurd niha li herêmê bi avakirina bingeha civakeke neteweya demokratîk re mijûl e. Ev model ji aliyê gelên herêmê ve tê qebûlkirin. Di nava krîza Rojhilata Navîn de  ji bo ku Kurd vê modelê bi ser nexin dewleta Tirk û Îranê bi hemû rengî êrîşî Kurdan dike. Bi rengekî ne mirovane, êrîşan dike. Di roja 27'ê Mijdarê de ango  sala 40’emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê de li Çiyayê Asos a bajaroka Mawet a Başûrê Kurdistanê balafirên şer ên dewleta Tirk dest bi bombebaranê kir. Di van êrîşan de, bi giranî Çiyayê Asosê hate bombebarankirin. Ziyanek mezin li rez û baxên gundiyan bû. Di êrîşê 3 gerîlayên me şehîd bûn.

Di encama planên qirêj ên di navbera dewleta Tirk û Îranê de ev sê hevalên me tevlî karwanê şehîdan bûn. Em sersaxiyê ji malbat û xizmên şehîdan û hemû gelê Kurd re dixwazin. Em careke din soza bi şehîdên azadiyê re dubare dikin. Em ê tola wan li erdê nehêlin.”

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne;

Nasnav: Jîrwan Mahabad

Nav û Paşnav: Mihemed Seîd Îbrahîm

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1969 / Mahabad

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Mijdarê/Çiyayê Asosê

***

Nasnav: Delîl Reşîd

Nav û Paşnav: Ehmed Hebeş

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1980/ Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Mijdarê/Çiyayê Asosê

***

Nasnav: Serbest Dilniya

Nav û Paşnav: Salar Sofî

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1993 / Sine

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Mijdarê/Çiyayê Asosê