YPS: Li Silopiyê qereqola polîsan hate lêdan

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê diyar kir ku yekîneyeke wan li Silopiyê bi bombeyên destan li qereqola polîsan daye.

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê têkildarî çalakiyê ev daxuyanî da:

“Di 18’ê Mijdarê de li Silopiya bi ser Şirnexê li Taxa Şehîd Harûn yekîneyên me yên YPS’ê li dijî qereqola polîsan a ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê nû çêkiriye, bi bombeyên destan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hêzên me bi bombeyên destan li wesayîta zirxî ya Akrep a li pêşiya qereqolê û li qada qereqolê dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin û endamên me yên YPS’ê bi silametî vegeriyane cihên xwe.”