YPS: Em ê xeyalên şehîdên xwerêveberiyê pêk bînin

Koordînasyona YPS’ê bi wesîleya ku dewleta Tirk a dagirker Cizîr, Silopî û Sûr dorpêç kiribû, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em ê xeyalên şehîdên xwe yên berxwedana xwerêveberiyê pêk bînin.”

YPS’ê daxuyanî da û diyar kir ku berxwedana li bajaran a li Bakurê Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de cihê xwe stendiye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Têkoşîna azadiyê ya ku gel û tevgera me 42 sal in bênavber didomîne, bi heyecan û coşa roja pêşîn didome. Têkoşîna me ya li Kurdistanê dest pê kiribû, îro bûye têkoşîna ku nirxên azadiyê hêviyê didin gelên Rojhilata Navîn.

Di dîroka mirovayetiyê de hin berxwedan hene ku nayên jibîrkirin. Hin berxwedan li bajaran kolan bi kolan, rê bi rê bûne sembol. Li hemberî desthilatdariya dewletparêz û desthilatparêz, di sala 1848’an de li Fransa û Elmanyayê berxwedêran li bajaran di barîkatan de hatin gel hev. Di sala 1871’ê de berxwedêrên mezin ên ji Parîsê bi ruhê komunê nirxên mirovayetiyê parastin.

Îro jî em vê alaya ku me li ser nvê mirovayetiyê bi dest xistiye, bi serbilindî li ba dikin. Ji 40 salan zêdetir li hemberî faşîzma dewleta Tirk gelek li ber xwe dide. Li hemberî barbarîzma DAÎŞ’ê berxwedêran li Şengal û Kobanê li ber xwe dan.

Di 2’ê Kanûna 2015’an de hikumeta AKP û MHP’ê li Cizîr, Sûr û Silopî ji bo şikandina ruhê azadiyê yê gelê me, bajar dorpêç kirin. Li her bajaran komên 50-60 kesî li hemberî tank û topan bi mehan bajar parastin. Berxwedana Sûrê ya ku pêşengiya Şehîd Çiyager pêk hat, 105 rojan li hemberî dijmin li ber xwe dan. Li Cizîrê bi pêşengiya rêheval Arjîn û Rûken ruhekî berxwedanê derket holê. Li Silopî jî rêhevalên me Êrîş, Sêvê, Pakîze û Fatma heta nefesa xwe ya dawîn li hemberî faşîzmê li ber xwe dan.

Di şexsê şehîdên me yên mezin Çiyager, Zeryan, Êrîş, Kawa, Xebatkar, Amara, Nûcan, Mûnzûr, Senar, Îslam, Soro û Dayika Taybet em hemû şehîdên berxwedanê bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin. Em sozê didin gelê xwe ku em tola hevalên xwe bistînin û dijmin ji ser axa xwe derxînin.”