YPS'ê li wesayitên polîsan da

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Fıraz û Şehîd Zindan-Şehîd Amed ên YPS'ê ragihandin ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî wesayitên polîsan çalakiyên sabotajê kirine.

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Fıraz û Şehîd Zindan-Şehîd Amed ên YPS'ê di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî, sîxurî û nokeriyê" de li dijî komploya 9'ê Cotmehê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "7'ê Cotmehê li Bazîdê li dijî wesayitên polîsan çalakiyên sabotajê hatin lidarxfistin. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li 2 wesayitên zirxî bû. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin."

Hate ragihandin ku heman rojê li Wanê li dijî AKP'iyekî çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin.