YPS’ê li Cizîrê li dijî qereqola polîsan çalakî li dar xist

Navenda Ragihandina YPS’ê diyar kir ku şeva 27’ê Cotmehê li dijî qereola polîsan a ku li baxçeyê Lîseya Pîşeyî ya Endustrî ya li taxa Cûdî ya Cizîrê çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandina YPS’ê daxuyaniyek nivîskî parve kir û ev agahî da;

“Yekîneyên YPS’ê di şeva 27’ê Cotmehê di saet 21:30’an de li dijî qereqola polîsan a li baxçeyê Lîseya Pîşeyî ya Endustrî ya taxa Cûdî ya  Cizîrê çalakiyeke bi bombeya destan li dar xistine.

Di vê çalakiyê de bombeyeke destan li herêma ku polîs li hev civiyabûn, îsabet kiriye. Di çalakiya ku hejmara kuştî û birîndarên polîsan nehatî zelalkirin de, piştî bûyerê bi 2 ambulansan polîsan birîndarên xwe ji herêmê rakirine.

Piştî çalakiyê 20 deqîqeyan hêzên dijmin, bêserûber gule li derdorê reşandine û hinek avahiyên li herêmê gule lêketiye. Ev çalakî ji aliyê Yekîneya Şehîd Sîdar ve hatiye lidarxistin û endamên YPS’ê bi awayekî saxlem vegeriyane herêmên xwe.”