YPS: Çiyager fedaiyê fedaiyên şerê gel ê şoreşgerî ye

YPS’ê di salvegera 6’emîn a şehadeta wî de fermandar Çiyager bi bîr anî û got “Fermandar Çiyager ê ku kenê wî di bîra hemû kesan de maye, di dîroka Kurdistan û têkoşîna me de, wekî fedaiyê fedaiyên şerê gel ê şoreşgerî cih girtiye.”

Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) di salvegera 6’emîn a şehadeta wî de bi daxuyaniyeke nivîskî fermandar Çiyager bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gelê Kurd di nav dîrokê de her dem li ser wê şer, talan, tunekirin, mêtingerî û qirkirinê pêk hate. Gelê Kurd di warê exlaqî û çandî ev qirkirin red kiriye û ji bo ku karibe bijî bûey yek ji bingeha rastiya şaristaniya demokratîk û di her serdemê de barê nûneriya lêgerîna heqîqetê girtiye ser xwe.

Lêgerîna di edaletê de mafdariya têkoşîna Kurdan di zemînê civakî de derxistiye pêş û pê re jî bûye hedefa hêzên şaristaniya kapîtalîst û entrîkayan. Vê rewşa ku Rêbertiya me ev wekî ‘pelçiqandinê’ pênase kiriye, bi demê re li ser gel, çand û erdnîgariyê texrîbatên giran çêkiriye û xetereya parçebûnê bi xwe re naniye. Gelê me jî li hemberî van êriş û qirkirinan ji bo ku xwe biparêze, çepereke xweparastinê ava kiriye.

Helwesta Têkoşîna Azadiyê ya ku wekî pêvajoya vejîn û berxwedana gelê Kurd e, tê wateya derxistina hemû tiştên hatine windakirin. Ev têkoşîna ku 40 sal in didome, ji bo gelê Kurd bi qasî ku bi êş e, têkoşîneke serbilind e jî û tê wateya mehkûmbûna serkeftinê. Ev têkoşîn veguheriye ku vejîna nirxên civakî yên ku heft katan di binê erdê de hatiye veşartin û pê re jî bûye felsefeya jiyanê ya ku êdî nabe ku bi paş ve were kişandin.

BERXWEDANÊN XWERÊVEBERIYÊ ASTGEKE SEREKE YA DÎROKA ME YE

Pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê ya di salên 2014-2015’an de wekî taktîka parastina nirxên xwe, di dîroka têkoşîna me de bûye asteke sereke. Berxwedanên xwerêveberiyê li hemberî şîddeta dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê bûye serîhildan û veguheriye awayê ku bîr û rêxistinê re bûye yek. Piştî têkoşîna 40 salan gel dîsa cewher û îradeya xwe bi dest xistiye û ev tişt bûye helwesta xweparastinê. Berxwedanê xwerêveberiyê bûye şerê mezin û xurt a ji bo jiyan û rizgariyê. Bûye şerê neteweyî, şoreşger û demokratîk. Heval Çiyager jî bûye fermandarê vê berxwedana ruhazad, bi bawerî, ked, mutewazî, bîr, îrade, israr û serfiraziyê.

Heval Çiyager bi helwesta xwe ya ‘Hemû tiştên ku şehîdan bi şerê xwe ava kirine, ji bo ku em bibin dûmahîka wan, armanca me ya sereke ye’ bûye îfadeya şênber a biryardarî, xwefedakirin û pratîzekirina wan a di têkoşînê de.  Heval Çiyager ê ku bûye Egîd, xwe daye rêya rizgariya gel û bi baweriya mezin a ku wê şerê gel ê şoreşgerî bi xwe re serfiraziyê bîne pişta xwe spartiye gel û bûye rêzanê ciwanên Kurd ên berxwedêr. Berxwedana Sûrê ya ku nod û pênc rojan domiya û di dîroka berxwedana gelan a dinyayê de cih girtiye, ji bo hemû gelên dinyayê bûye mînak. Bi biryardariya xwe ya li hemberî dewleta Tirk a ku hêzeke NATO’yê ye, di dîroka berxwedêran de bûye sembola hêviya serfiraziyê û baweriyê. Ev şer bi çend kaleşnikofan ve li hemberî yek ji artêşa herî mezin a NATO’yê ya xwekî teknîk û cebilxane hate kirin.

Berxwedêrên di pêşengiya heval Çiyager de careke din îspat kirin ku ew dikarin hera dawiya şoreşê bimeşin û ev berhema şoreşê ne.  Fermandar Çiyager û şervanên şerê gel ê şoreşgerî bi mantiq û hêviyeke mezin rastiya serkeftinê teqez kirine û bûne qehremanên ku dawiya wê çi dibe bila bibe wan serfirazî îlan kirine.  Fermandar Çiyager ê ku kenê wî di bîra hemû kesan de maye, di dîroka Kurdistan û têkoşîna me de, wekî fedaiyê fedaiyên şerê gel ê şoreşgerî cih girtiye. Di salvegera 6’emîn a şehadeta heval Çiyager de, em wî û di şexsê wî de hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîn û armanca wan bin û wê şoreş bibe encama teqez.”