YPG: Ji bo parastina yekîtiya gelan sînga xwe kirin mertal

YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de li herêma Caber Şerqî jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navanda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê ya ji aliyê QSD'ê ve di 5'ê Mijdarê de hate destpêkirin, bi dijwarî dewam dike.

YPG'ê da xuyakirin, şervanên wan bi fedekariyeke mezin tevlî pêngavê dibin û da zanîn, heta niha gelek cihên stratejîk ji destê çeteyan hatine derxistin.

Navendê ragihand, li gundê Caber a Şerqî şerekî dijwar di navbera Şervanên Odeya Çalakiyê û çeteyên DAIŞ'ê de qewimî û ev agahî da:

"Di encama şerê 2 rojan (24-25'ê Kanûnê) de li gundê Caber a Şerqî ya li bakurê Reqayê 3 hevrêyên me bi lehengiyeke mezin li ber xwe dan, heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û gihîştin şehadetê.

Hevrêyên me yên şehîd, ji bo avakirin û parastina yekîtiya gelan sînga xwe kirin mertal li hember hemû xeteriyan. Ji ber ku wan rêya rastiyê nas kirin û xwîna xwe ya zelal di ber re rijandin.

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin YPJ em di şexsê van hevalan de hemû pakrawanên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin û soza şopandina rêya wan didin. Di serî de em ji malbata şehîdan û tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebat û xwîna şehîdan ti carî vala nebûye, soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û em ê têbikoşin ku layîqê şer û berxwedana hevalên xwe bin."

NASNAMEYA ŞERVANAN

Li gorî daxuyaniyê nasnameya her sê şervanan bi vî rengî ye:

Nasnav: Dijwar Colemerg
Nav paşnav: Ebdulmutelip Duman
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ismaîl 
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Cih û dîroka şehadetê: Reqa/Caber Şerqî - 24.12.2016 

Nasnav: Welat Qers
Nav paşnav: Vedat Yûsûfoglû
Navê Dayikê: Turkhan
Navê Bav: Maksut
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Cih û dîroka şehadetê: Reqa/Caber Şerqî - 24.12.2016 

Nasnasv: Harûn Bagok
Nav paşnav: Harûn Sungur
Navê Dayikê: Halîme
Navê Bav: Hacî 
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa/Caber Şerqî - 25.12.2016