YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyan dewam dikin

YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên artêşa Tirk û komên çete yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' di 28'ê Kanûnê de jî dewam kirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyên 'koalîsyona Sûriyeyê' yên li dijî Rojavayê Kurdistanê agahî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa Tirk roja 28'ê Kanûnê danê nîvro, bi çekên giran êrîşî gundên Girbenav, Yabse û Siluleh ên li rojhilatê Kobanê kir.

Hat gotin, di heman demê de balafirên bê mirov ên artêşa Tirk jî li ser gundê Xanê geriyan.

Di dewama daxuyaniyê de li ser êrîşên komên çete jî ev agahî hatin dayîn: "Şeva 28'ê Kanûnê çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê bi çekên giran êrîş birin ser çeperên hêzên me yên li Birc Silêman a navçeya Şerawa ya Efrînê. Di heman demê de çeteyan bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser gundê Maranez ê Efrînê. Hêzên me jî di heman astê bersiva êrîşê dan."