Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên ku 19-20'ê Çileyê di Pêngava Xezeba Firatê de, di encama şerên li herêma Siwêdiya Biçûk û gundê Mehmûdiyê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda YPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êPngava Xezeba Firatê ku zilm û terora DAIŞ'ê ku navenda wê Reqa ye, dikin hedef, bi hemû hêza xwe dewam dike. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî di nav de, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Pêngava Duyem de, bi sedan kîlometrên çargoşe ku di nav de gund û bajarok ji çeteyên dagirker hatin rizgarkirin, her wiha bi hezaran welatiyên sivîl jî hatin rizgarkirin.
Navenda YPG'ê wiha ev agahî da: "Piştî kû gundê Siwêdiya Biçûk ya stratejîk ji çeteyan hat rizagarkirin, êrîşên çeteyan yên cur be cur, bê navber berdewam dikin. Yek ji wan êrîşên dijwar di 19 Çile de bû kû hewldan bi hemû hêza xwe êrişê gund bikin, di encama van êrîşan de şerên dijwar qewimîn. Di şerê qewimî de 3 şervanên me kû bûn bersiva van êrîşan bi lehengî şer kirin û gehiştin şehadetê.
Di heman demê 20 Çileyê de, çeteyên DAIŞ êriş birin li ser gundê Mehmûdiyê, di encamê vî şerî de şervanekî me gihiştiye şehadetê.
Weke YPG/YPJ, di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd re dixwazin, soza şopandina rêya şehîdan didin."
Nasnameya şervanên YPG'ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Amara Semsûr
Nav û Paşnav: Çagla Ûzûn
Navê Dayikê: Sever
Navê Bav: Welî
Cihê Jidayîkbûnê: Semsûr
Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Biçûk/ Reqa -19.01.2017
***
Nasnav: Rabûn Pirsûs
Nav û Paşnav: Hallaç Demir
Navê Dayikê: Ayne
Navê Bav: Cûma
Cihê Jidayîkbûnê: Pirsûs
Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Biçûk/ Reqa -19.01.2017
***
Nasnav: Stêrk Baran
Nav û Paşnav: Silava Ebû Mihemed
Navê Dayikê: Werde
Navê Bav: Mistefa
Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Biçûk/ Reqa -19.01.2017
***
Nasnav: Dijwar Egîd
Nav û Paşnav: Bariş Sûbat
Navê Dayikê: Halîma
Navê Bav: Wehîd
Cihê Jidayîkbûnê: Lîce
Cih û Dîroka Şehadetê: Mehmûdiyê/ Reqa-20.01.2017