YPG'ê nasnameya 4 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir
Navenda Ragihandiyê ya YPG'ê, nasnameya 4 şervanên di demên cuda de di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Navenda Ragihandiyê ya YPG'ê, nasnameya 4 şervanên di demên cuda de di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuniyeke nivîskî da û got, "Qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê bi hemû dijwariya xwe didome. Di qonaxa çaremîn de ku hefteyek li pişt xwe hişt gelek encamên grîng hatin bidestxistin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku di bin Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) de cih digrin, li hember çeteyên DAIŞ’ê şerekî aktîf dimeşînin û di bidestxistina desketiyan de rola wan diyar e."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em îro çar hevalên xwe ku di demên cuda yên pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne eşkere dikin. Hevalên me Azad, Baran, Dilşêr û Hemûdê ku di demên cuda de tevlî nava refên YPG’ê bûn, di jiyan û şerê xwe de bi cesaret û fedakariya xwe hatine naskirin û bûne mînak ji hevalên xwe re. Erkên şoreşê girtine ser milên xwe û li ser rêya azadiyê meşiyan e.
Em wek YPG û YPJ’ê hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û heya bigihêjin azadiyê têkoşîna şehîdan bilindtir bikin. Ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re em sersaxiyê dixwazin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane, wiha ye:
Nasnav: Azad Şedadê
Nav paşnav: Ibrahîm El Hac
Navê dayikê: Sabah
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Şedadê
Dem û cihê şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017
Nasnav: Baran Pirsûs
Nav paşnav: Hasan Yavuzer
Navê dayikê: Necla
Navê bav: Mustafa
Dem û cihê şehadetê: Reqa 14 Gulan 2017
Nasnav: Dilşêr Hesekê
Nav paşnav: Îmad Mihemed
Navê dayikê: Melîke
Navê bav: Abdulfetah
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dem û cihê şehadetê: Reqa, Gundê Malhe 15 Gulan 2017
Nasnav: Hemûdê Til Hemîs
Nav paşnav: Mehmûd El Silêman
Navê dayikê: Wesîma
Navê bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs, Gundê Til Îsa
Dem û cihê şehadetê: Şedadê 14 Gulan 2017