YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 3 şervanên xwe yên di demên cuda de li cihên cuda şehîd bûn, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Hevalê me Loqman Qamişlo yê kurê wî jî şehîd e, li Til Berakê di encama qezaya trafîkê de gihîşte şehadetê. Hevalê me Şoreş Reqawî jî li Reqayê di dema paqijkirina bajar ji mayînan de, ji ber teqîna mayinekê şehîd bû. Hevalê me Şiyar Şedadê, ku demek pir dirêj li herêma Dêra Zorê bi erkekî taybet radibû û karê xwe bi awayekî serketî dimeşand, ji aliyêalî çeteyên DAIŞ'ê ve şehîd hate xistin.
Em weke YPG û YPJ'ê di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku timî li ser şopa şehîdan bin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Loqman Qamişlo
Navê Rast: Dear El-Cerbuh
Navê Dayîkê: Xidra
Navê Bav: Hemed
Cîh û Dîroka Şehadetê: 20 Mijdar 2017 – Til Berak
——————-
Nav û Paşnav: Şoreş Reqawî
Navê Rast: Imad Osman
Navê Dayîkê: Asya
Navê Bav: Ednan
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 24 Mijdar 2017 – Reqa
————
Nav û Paşnav: Şiyar Şedadê
Navê Rast: Ednan Ewad El-Alawî
Navê Dayîkê: Zebha
Navê Bav: Ewad
Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 23 Sibat 2017 – Dêra Zor."