Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku du şervanên wan şehîd bûne û got ‘’Em sond dixwin ku li pey şopa şehîdan têkoşîna azadixwaziyê geş û gur bikin’’.

YPG’ê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku şervanê wan Çekdar Serêkaniyê ji qeyrana dil jiyana xwe ji dest daye û her wiha şervanê wan Şiyar Kobanê jî di qezayekê de jiyana xwe ji dest daye û sersaxî da malbatê 3u tevahiya gelê Kurdistanê.

Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî 2 şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Rêhevalên me Çekdar Serêkaniyê ku ev demeke dirêje di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cihê xwe girtiye û li bajarokê Şedadê xebatê xwe dimeşand. Li gel ku pirsgirêkên wî yên dil hebûn jî ti caran ev nexweşî ji xwe re nedikir asteng û xebatên xwe berdewam dikir. Di 22’ê Çile de dema erka xwe pêk dianî di nava refên YPG’ de bi qeyrana dil şehîd bû.

Her wiha rêhevalên me Şiyar Kobanê dema dixwest biçe bajarê Hesekê erka xwe pêk bîne di encama qezeya erebê de bi giranî birîndar bû, rixmê hemû hewldanên hatin dayîn, mixabin di 23’ê Çileyê şehîd bû.

Wekî YPG û YPJ, em di kesayeta rêhevalên xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.  Di rerî de malbata şehîd, ji tevahî gelên Kurdistan û pêkhateyên bakurê Sûriyê re sersaxî dixwazin û soz didin ku li pey şopa şehîdan têkoşîna azadîxwaziyê geş û gur bikin.

Nasnameya Şehîdan wiha ye:

Nav Û Paşnav: Çekdar Serêkaniyê

Navê Rast: Xelîfa Şêx Ehmed

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Xelef

Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê 22 Çile 2017

 

Nav Û Paşnav: Şiyar Kobanê

Navê Rast: Fehed Cewher

Navê Dayikê: Fewziya

Navê Bav: Hemîd

Cih Û Dîroka Şehadetê: Hesekê 23 Çile 2017