YPG'ê 5 şehîdên li Dêra Zorê û Helebê bi bîr anî

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên li Dêra Zorê û Helebê şehîd bûn eşkere kir û ew bi bîr anî.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ya ku li dijî DAÎŞ'ê didome, di navbera 24'ê Mijdarê û 18'ê Kanûnê de 4 hevrêyên me şehîd bûn. Her wiha hevrêyekî me jî li Helebê di encama qrîza dil de şehîd ket.

24'ê Mijdarê çeteyên DAÎŞ'ê li ser xal û çeperên me yên li bakur û rojavayê bajarokê Hecînê êrîş pêk anîbûn. Bi bersivdayîna hêzên me ve di navbera hêzên me û çeteyan de bi saetan şerekî dijwar qewimî û di encama berxwedana şervanên me de êrîşên çeteyan hatibûn şikandin. Di vê berxwedanê de hevrêyekî me şehîd ketibû ku nasnameyê wî nû hat zelalkirin. 
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
 
Nasnav: Ezab Hesekê
Nav û Paşnav: Emced Derwêş
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018

Li bajarokê Hecînê yê Dêrezorê di navbera hêzên me çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime û hêzên me her bi pêş ve diçin. Di çarçoveya operasyonên hêzên me û şerê dijwar de 17 û 18'ê Kanûnê de 3 hevrêyên me yên ku li dijî çeteyan bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Egîd Girkêlegê
Nav û Paşnav: Ehmed Xelef
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Munîf
Cihê Ji Dayikbûnê: Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18’ê Kanûnê 2018

Nasnav: Egîd Til Koçer
Nav û Paşnav: Enwer Hentûş
Navê Dayikê: Mûnîfe
Navê Bav: Suhêl
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18’ê Kanûnê 2018

Nasnav: Zinar Becar
Nav û Paşnav: Hemze El Elî
Navê Dayikê: Hene
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Çilaxa
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17’ê Kanûnê 2018

Hevrêyê me Ruşan Efrîn ku di parastina bajarê Helebê de bi erk û berpirsiyartî radibû, di encama qrîza dil de 19'ê Kanûnê de şehîd ket. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Ruşan Efrîn
Nav û Paşnav: Îbrahîm Xelîl Nebo
Navê Dayikê: Nazliye
Navê Bav: Şêxo
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Kanûnê 2018

 Em ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û hevrêyên me yên ku di têkoşîna azadiyê de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin."