YPG: Di meha Tîrmehê de 54 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku di nava meha Tîrmehê de 54 leşker û çeteyên Tirk di encama çalakiyên şervanên wan û şer de hatine kuştin. YPG'ê diyar kir, 8 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bîlançoya meha Tîrmehê ya şerê li dijî leşker û çeteyên Tirk li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî feraseta faşîzan û êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê, çalakiyên yekîneyên wan bi rengekî xurt dewam dike.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG/YPJ'ê meha Tîrmehê 22 caran li dijî leşker û çeteyên Tirk çalakî pêk anîne û di encamê de 54 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin. 16 leşker û çete jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku ji miriyên artêşa Tirk, 23 jê leşker in, 31 jî çete ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 7 hevalên wan ên di vî şerî de bi lehengî li ber xwe dane, şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniya YPG'ê, ji ber êrîşên artêşa Tirk ên li ser sÎnor 2 sivîl birîndar bûne û bax û baxçeyên gundiyan hatine şewitandin.
 
Di dewama daxuyaniyê de işaret bi operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)'ê ya li Dêra Zorê hate kirin û hate gotin ku di vî şerî de jî hevalekî wan şehîd bûye.