YPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Rojava dewam dikin

YPG’ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî xaka Rojava dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê, têkildarî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"01.05.2017’an, danê sibehê artêşa Tirk li gundê Eyndiwer, sivîlên ku li ber çemê Dîcle kar dikirin kirin hedef û gule li ser wan reşandin. Di encama gulêbaranê de sivîlek hate birîndarkirin.

Heman rojê artêşa Tirk li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê liv û tevgera xwe zêde kir. Li wê herêmê artêşa Tirk çeperên bin erd kolan û çekên giran û wesayîtên zirxî wek tank û BMB xistin wan çeperên bin erd. Dîsa li ser xeta sînor a rojhilatê Kobanê jî artêşa Tirk li hember gundên Medresemel, Elîşar û Kîkan tevgerê xwe zêde kir û çeperên nû ava kirin. 

Dîsa heman rojê, çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî li herêma hember gundê Eyn Deqnê ya Efrînê liv û tevgerê xwe zêde kirin û hewldan êrîşek bibin li ser çeperên hêzên me. Di bersivdayina hêzên me ya li hember wan çeteyan de bi qasî hate zelalkirin, çetekî hat kuştin û çeteyek jî hate birîndarkirin.

Di saetên êvarê de jî çeteyan bi topên obuûsan êrîş birin li ser herêma Mariskê ya girêdayî Şera û gundên Gobelê, Zirgatê, Basilê û Qempa Koçberan ên girêdayî Şerawa. Obuseên li herêma Mariskê û Qempa Koçberan hatin avêtin li nav sivîlan ketin. Di êrîşên de hinek sivîl birîndar bûn.

Di saetên şevê de jî çeteyan bi topên hewan û obusan, dîsa bi çekên doçka êrîş birin li ser gundên Maranez, Eyn Deqnê û Belûnê yên girêdayî Efrînê.

Di 02.05.2017’an saet 16.00an de, çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji çeperên xwe yên bakurê Idlibê bi topên hewanan êrîş birin li ser gundê Iska yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê. Di vê êrîşê de malekî sivîlan hate hedefkirin. Her wiha di saetên nîvro de jî balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk li ser xeta ji Şerawa heta Qastelê dirêj dibe, firiyane.

Di encama bersivdayîna hêzên me ya êrîşan de, bi qasî hate zelalkirin 2 çete hatin kuştin.

Heman şevê, saet 24.00’an dema hin sivîl dixwastin bi qeçaxî ji sînor derbas bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin. Sivîlên ku hatine êşkencekirin piştre hatin gulebarankirin. Di encam de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

03.05.2017’an di saet 14:00’an de li ser xeta sînorê rojavayê Kobanê di navbera hêzên me û artêşa Tirk de şerek rû da. Encama şerê ku nêzî saetek berdewam kir nehat zelalkirin. Di dema şer de li ser xeta sînor a rojhilatê Kobanê balafirên şer û balafirên keşfê yên artêşa Tirk jî firiyane.

Heman rojê çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji çeperên xwe yên bakurê Idlib bi hewanan êrîş birin li ser gundê Iska ya girêdayî navçeya Cindirêsê û ji çeperên xwe yên Ezazê jî bi topên hewan û obusan êrîş birin li ser gundên Maranez û Eyn Deqnê yên dikevin rojhilatê Efrînê. 

Dîsa di navbera saet 18:00 û 20:00’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hewan û obusan, dîsa bi çekên giran êrîş birin li ser girê Qastelê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê. 

Di heman demê de balafirên şer û balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser xeta sînor a Bilbilê û Şiyê firiyane.

Di dîroka 04.05.2017’an de, balafirek keşfê ya artêşa Tirk li ser xalên hêzên me ya Xerez a ku dikeve navbera Amûdê û Dirbêsiyê geriya. Hêzên me balafirê keşfê kirin hedef û lêxistin. Di encama lêdana hêzên me de balafira keşfê li bakurê sînor kete xwarê.

Heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê geriyane.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî heman şevê bi topên obusan êrîş birin li ser gundê Eyn Deqnê ya girêdayî Efrînê."