YPG: Çekên koalîsyonê ji Efrînê re nehatiye şandin

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî îddîayên çapemeniya Tirkiyeyê ya ku dibêje çekên Koalîsyona Navneteweyî ji Efrînê re hatiye şandin, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê îddîayên çapemeniya Tirkiyeyê pûç kir ya ku dibêje çekên Koalîsyona Navneteweyî ji Efrînê re hatiye şandin.

Daxuyaniya YPG’ê wisa ye:

“Ev demek e desthilatdariya AKP û dezgeyên wê yên ragihandinê ji ber vîdeoyeke ku di malpera me de hat parvekirin, hewl didin ku rastiyan berovajî nîşan bidin û kampanyayeke reşkirinê li dijî me dane destpêkirin.

Desthilatdariya Erdogan û çapemeniya girêdayî wî wisa didin xuyakirin ku ew çekên giran yên di wê vîdeoyê de hatine nîşandan ji bo Efrînê hatine şandin. Ev nirxandin û şîrove ji rastiyê dûr in û rastiyê îfade nakin. Vîdeoyên ku hatine kişandin ne li Efrînê hatine kişandin û ew konvoya ku di dîmenan de xuya dike jî neçûye Efrînê.

Wekî tê zanîn YPG yek ji pêkhatiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye û di pêvajoya birêxistinkirina QSD`ê de roleke diyarker û pêşeng lîstiye. Her weha Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî terora DAIŞ`ê bi pêşengiya YPG û YPJ`ê di paytexta DAIŞ`ê de, li Reqayê serkeftineke dîrokî bi dest xist. Beriya destpêkirina Pêngava Rizgarkirina bajarê Raqayê jî desthilatdariya AKP û dezgehên wê yên ragihandinê kampanyaya reşkirina YPG`ê dikir, ji bo ku YPG`ê di vê pêngavê de cih negire çi ji destê wan hat, kirin. Niha jî piştî rizgarkirina Reqa û serkeftina ku QSD`ê bi pêşengiya YPG û YPJ`ê di Cenga Mezin a Reqayê de bi dest xist, desthilatdariya Erdogan û dezgehên ragihandinê yên girêdayî wî ji bo ku vê serkeftina mezin di bin siyê de bihêlin êrişî hêzên me dikin û kampanyayeke berovajîkirina rastiyan li dijî hêzên me dane destpêkirin.

Wekî tê zanîn DAIŞ`ê rêxistineke terorê ya ku ji bo hemû cîhanê wekî tehdîda sereke dihate dîtin bû û ev tehdît hîn jî bi dawî nebûye. Di têkoşîna li dijî terora DAIŞ`ê ku ji bo hemû cîhanê wekî tehdîdeke sereke dihate dîtin de erk û berpirsiyartiyên ku diketin ser milê hemû cîhanê hebûn. Di çarçoveya xwedîderketina li vê erk û berpirsiyartiyên xwe de YPG û QSD`ê ji aliyê Koalîsyona Navnetewî ya ku li dijî DAIŞ`ê hatibû bi rêxistinkirin ve piştgirî dît. YPG û QSD`ê vê piştgiriyê di encama berxwedanî û têkoşîneke bê hempa de, bi ruhê xwe yê fedaî, bi qehremantî û cesareta mezin û bi hezaran şehîd û birîndarên ku di vê oxirê de da qezenc kir. Di vê pêvajoyê de tenê di bajarê Reqa de 450 hezar sivîl ji bin terora DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Ev çekên giran yên ku di van dîmenan de xuya dikin jî bi saya vê têkoşîn û berxwedaniyê hatine qezenckirin û di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de hatine bikaranîn. Dîmen û vîdeoyên ku hatine kişandin yên van şervanên qehreman yên ku li Reqayê, li dijî terora DAIŞ`ê serkeftineke dîrokî bi dest xistin û vê serkeftina xwe ya dîrokî pîroz dikin.

Her wiha em hêvîdar in ku ji agahî û daxuyaniyên ji aliyê desthilatdariya Erdogan û çapemeniya wî ve têne belavkirin û rastiyê berovajî dikin re îtîbar neyên nîşandan”