YPG: 20 şervan şehîd bûne, 18 JÎ birîndar in
Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl, têkildarî encamên êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser navenda YPG’ê ya Qereçûx daxuyaniyek da.
Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl, têkildarî encamên êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser navenda YPG’ê ya Qereçûx daxuyaniyek da.
Rêdûr Xelîl diyar kir ku di encama bombarandina dewleta Tirk a li ser navenda Giştî ya YPG`ê a li Çiyayê Qereçox de 20 şervanên wan şehîd ketin û 18 birîndar bûn. Xelîl diyar kir ku ji birîndaran jî rewşa 3 şervanan jî giran e.
Berdevkê YPG`ê destnîşan kir ku zerarên madî yên mezin jî gihîştin navendê û di heman demê de zerar gihîşt malên sivîlan ên nêzî cihê ku hatiye hedefgirtin.