YBŞ: Em ji bo Iraqeke federal-demokratîk amade ne

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî 4’emîn salvegera êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Êzidî daxuyanî da. YBŞ’ê diyar kir ku ji bo Iraqeke federal-demokratîk amadene hemû piştgiriyê bidin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî 4’emîn salvegera êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî gelê Êzidî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariya YBŞ’ê ji bo YJŞ û YBŞ’ê ku di dema berxwedana li dijî DAIŞ’ê de avabû wiha got; “Li Iraqê hêzeke ku xeta demokrasiyê esas digre ye.”

‘EM Ê PÊŞENGTIYÊ BIKIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin; “YBŞ û YJŞ hêzeke ku di dema fermanê de hatiye avakirin û ji ber vê sedemê di dîrokê de xwedî ciheke girîng e. YBŞ û YJŞ hem ji bo xweseriya Şengalê û hem jî bingehê azadiya Iraqeke demokratîk li xwe digre û ji bo vê armancê tişta pêwîst çibe wê di demê xwe de bike. Gelê Êzidî êdî xwedî wê îrade û hêzêye ku xwe biparêze. Vî gelî qirkirineke ku ji bo dîroka mirovahiyê şermeke mezine jiya û em weke YBŞ û YJŞ ji bo ku carek din ev qirkirin çênebe di xeta fedayiyê de heta dilopa dawiya xwîna xwe li dijî hemû zihniyeta paşverû şer bikin. Ji bo ku carek din ev êş dubare nebin weke YBŞ û YJŞ ji bo avakirina yekîtiya gelê Êzidî em ê pêşengtiyê bikin.”

‘LI DIJÎ HEMÛ GEFAN EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN’

YBŞ’ê bal kişand li ser têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqa û Mûsilê, li herêmên hatine rizgarkirin hişyarî da ku gefên DAIŞ’ê hê didomin.

Fermandariya YBŞ’ê di dewama daxuyaniyê de wiha got; “Xwepêşandan û serhildanên gel yên li dijî rewşa aborî û nelirêtiyan li Iraqê didomin, di heman demî de gefa DAIŞ’ê ya li herêmê jî didome. Di rewşeke wiha kaos û bêîstikrarsiziyê de weke YBŞ û YJŞ em amadene ku heta dawiyê gelê xwe biparêzin. Em soz didin ku weke YBŞ û YJŞ’ê, heta dawiyê em ê gelê xwe biparêzin. Lı Iraqê tenê rêyek ya rizgariyê heye ew jî xeta demokratîk e. Em weke YBŞ û YJŞ ji bo avakirina Iraqeke federal-demokratîk tişta ji destê me were em ê bikin. Em di vê mijarê de banga piştgirîdayinê li hemû hêzên jiderve dikin.”

JI BO HÊZÊN DERVE BANGA DIYALOGÊ

YBŞ’ê di dewama daxuyaniyê de banga diyalogê li hêzên derve kir û wiha got; “Niha pirsgirêka ewlehiya gelê me bi temamî bi dawî jî bibe, divê destpêkê hêzên navnetewî fermana li dijî gelê Şengalê weke jenosîdê nas bikin û em di demekê de ne ku divê gavên siyasî bêne avêtin. Ji bo vê jî ji bo ewlehiya herêmê û berjewendiyên gelê me, em banga diyalogê li hezên derve re dikin.”

Fermandariya YBŞ’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got; “Di serî de em Şehîd Berxwedanan, Şehîd Nûjiyanan û bi sedan ciwanên me yên fedekar û qehreman yên şehîd bûne bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin ji bo li Iraqeke demokratîk jiyaneke azad pêkbînin û têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Weke hêza parastinê ya gelê Êzidî em carek din fermanê bi tundî şermezar dikin.”