Yoldaş ê hate êşkencekirin hate emelyatkirin

Ahmet Yoldaş ê dema di serdegirtina Rezanê de hate destgîrkirin û êşkenceyên giran lê kir, li Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê hate emelyatkirin. Piştî îfadeya hevjîn Bîrsen Yoldaş hate girtin û şûnde hate berdan.

Yekîneyên girêdayî Midûriyeta Ewlekariya Amedê, di 21'e Tîrmehê de bi ser mala Ahmet û Bîrsen Yoldaş a li ser Rêya Karacadag a girêdayî navçeya Rezan a Amedê de girtin. Di serdegirtinê de, welatî Mucahît Yilmaz ê ji navçeya Qoser a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû. Xwediyê malê Ahmet û Bîrsen Yoldaş jî hatin destgîrkirin. Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê jiyana xwe ji dest da, li Morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Amedê tê girtin. Li gel malbatê cenaze teşxîs kirin jî bi sedema wê testa DNA bikin cenaze nedane malbatê.

Ahmet Yoldaş ê hate destgîrkirin piştî hate êşkencekirin rakirin nexweşxaneya eskerî û emeliyat kirin. Hat diyarkirin ku êşkence li Yoldaş hatiye kirin û hestiyê piyê wî yê rastê hatiye şikandin. Li ser sînga wî jî şopa êşkenceyê heye. Hevjîna Ahmet Yoldaş Birsen Yoldaş jî piştî îfade da serbest hat berdan.