YNK li Bexdayê dest bi danûstandinên koalîsyonê dike

Şandeyeke ji Yekîtiya Niştimanperwerên Kurdistanê (YNK) ji bo ku dest bi danûstandinên koalîsyonê bike îro diçe Bexdayê.

Şandeyeke bi seroktiya Mele Bextiyar, Berpirsê Polîtbûroya YNK’ê îro diçe Bexdayê û dest bi danûstandinên koalîsyonê dike.

Serdana şandeyê wê du rojan bidome. Şande ji bo ku li Iraqê hikûmetê ava bibe wê bi partiyên siyasî û koalîsyonê re rûne.

Şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî beriya bi du rojan bi heman mebestê çûbû Bexdayê. Şandeya PDK’ê jî duh li Bexdayê bi Mukteda el Sadr, Koalîsyona Dewleta Qanûnê Nûrî Malîkî û serokê lîsteya Hikme Ammar Hekîm re rûniştibû.