YNK’ê têkildarî Xûrmatûyê daxuyaniyek weşand

YNK’ê têkildarî bûyerên li Xûrmatûyê diqewimin daxuyaniyek da û çend daxwazek rêz kir.

Polîtburoya YNK’ê têkildarî bûyerên revandina mirovan, kuştin, şewitandinê yên ku hêzên Heşdî Şebî li Xûrmatûyê dikin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Navçeya Tûzxûrmatû li beramberî hêrsa grubekî radîkal a çekdar yên bi hêrsa mezhebî û şovenîst re, rû bi rû maye.”

‘BI HEZARAN MALBAT JI MALÊN XWE KOÇBER BÛN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin;

“Weke ku Netewên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan piştî felaketa 16’ê Cotmehê ragihandin, Tûzxûrmatû, Kerkûk û bajarên din hê bêhtir bi hêrsekî mezhebî re rû bi rû mane. Bi hezaran malbat ji malên xwe koçber bûn. Bi sedan malên Kurdan hatin şewitandin. Bi dehan welatiyên sivîl ên Kurd hatin şehîd kirin. Li rexmê vê jî ji gelek welatiyan agahî nayê girtin. Li hemû herêmê bi giştî zêdetirî 2000 malên Kurd hatin şewitandin.”

‘HÎŞYARIYA ‘QIRKIRINÊ’

Eger ku Netewên Yekbûyî, hikûmeta Iraqê û parlamentoya wê, Amerîka mûdaxeleya lezgîn neke agirê mezhebtiyê li herêmên bi nakok wê bibe sedema qirkirina Kurdan.”

DAXWAZ

Daxwazên YNK’ê wiha ne;

*Bi hewara gelê Tûzxûrmatû yê ku bi hemû hêza xwe di rewşek xirab de mayîn ve werin.

*Ji bo derxistina sûçên ku hatine kirin divê heyetek ji Parlamentoyê were erkdarkirin. Pêşîlêgirtina sûçên din, divê hikûmet fermana cezakirina kesên sûç kirine bidin û tezmînatê bide mexdûran.

*Siyasetmedar, rayedar û parlementerên Kurd divê bi rayedarên komên çekdar ên sûcdar hevdîtinan nekin.

*YNK dîsa balê dikişîne ser vî tiştî ku nahêle hêzên çekdar ên cihê werin Tûzxûrmatûyê.

*Ji 16’ê Cotmehê û vir ve me alîkarî da gelê xwe yê Tûzhûrmatûyê  yên li Germiyan, Silêmanî, Çemçemal û herêmên din bi cih bûne. Ji ber vê jî ji bo ku gelê me dîsa karibin vegerin warê xwe wê YNK çi destê wê were, bike.