YJA Starê li Xakurkê li dagirkeran da

Hêzên YJA Starê li Qadên Parastinê yên Medyayê, li herêma Xakurkê, li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek li dijî leşkerên Tirk, pêk anî.

Daxuyaniya Navenda  Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wihaye:

''Hêzên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Bager û Şehîd Ronya de 27’ê Adarê saet 13:00’an li Girê Şehîd Derwêş ê girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên li gir bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derb li çeper û kozikên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran diyar nebû.

27’ê Adarê saet 19:00’an jî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Golka ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''