YJA Star: Em li Botanê ne, ew winda dikin

Ji fermandarên Botanê yên YJA Starê Leyla Amûdê destnîşan kir, ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê li Botanê winda kiriye û got, "Em li vir in. Yê got, 'Ez ê PKK'e biqedînim' ew bi xwe qediya."

Ji fermandarên herêma Botanê yên YJA Starê Leyla Amûdê, li ser şerê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANF'ê re axivî.

KOMEDIYA 'EZ Ê GERÎLA BIQEDÎNIM'

Amûdê ragihand, ku dewleta Tirk di salên 2016-2017'an de hemû hêza xwe ji bo şikandina vîna gerîla bi kar anî, hêviya xwe bi cerdevanan ve girê da, lê tevî vê yekê jî nekarî berxwedana gerîla bişikîne û pêşî li hêza çalakiyê bigire. Amûdê diyar kir, li Botanê berxwedaneke mezin heye û got, "Ya ku AKP'ê fêhm nekiriye ev e; Gel û gerîlayên Kurd ku bi salane li ber xwe didin û hin destketî bi dest xistine, ji bilî serketinê li tiştekî din guhdarî nakin. Ji niha û pê ve jî ji berxwedan û têkoşîna xwe ti carî venagere. Ya ku îsal her gavê dubare dike û dibêje 'em ê gerîla biqedînin' ji bilî komediyê ne tiştekî din e. Ji ber ku desthilatdariya digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim, bi xwe qediya ye'."

Amûdê işaret bi hin sedemên êrîşên berfireh ên li ser Botanê kir û got, "Bi taybetî Botan cihekî ku gerîla lê serdest e, gel dilsozê gerîla ye. Gelê Botanê gelekî berxwedêr e. Serî li ber dijmin natewîne. Sala 2015'an yek ji cihên ku berxwedaneke xurt a bajaran lê hate dayin, Botan bû. Şewitandin, hilweşandin, komkujî kirin. Jê hebû ku eger Botanê biqede wê gerîla biqedîne."

YA KU LI KATOYÊ XEYAL DIKIRIN, BI DEST NEXISTIN

Amûdê da zanîn, ku artêşa Tirk ji bo zû gerîla asê bike, li Katoyê derket operasyonê kir û destnîşan kir ku li gelek cihan gerîla bi xurtî li hemberî artêşa Tirk li ber xwe da.

Di dewama axaftina xwe de Amûdê got, "Dijmin newêre biçe cihê heval lê ne. Ji dûr ve bombeyan diavêje, çekên kîmyewî bi kar tîne. Teknîka ku ew gelekî pê piştrast in, li pêşberî pîvanên rast ên gerîla bê tesîr in. Dijmin gelekî antî propaganda kir, lê em di nava bûyerê de bûn, em zanin bê rastî çi ye. Me pêşî li gelek êrîşên dijmin girt. Hevalên me çalakî kirin, çek rakirin." 

ÇEND GIR KONTROL KIR, LÊ WINDA KIR

Amûdê diyar kir, ku her herêmeke Kurdistanê veguheriye Botanê û da zanîn, ku AKP li Botanê têk çûye; girtina çend giran serketin nîne. Amûdê got, "Em li Botanê ne. Em şahidên herî nêz ên şer in. Em di nav de ne. Bi rastî jî ew artêş û leşkerên ku ew gelekî pesna wan didin, tirsonek in. Hêza leşkerên Tirk nîne ku karibe li dijî gerîla şer bikin. Gelek caran me ji nêzî hev şer kirin. Li Botanê, bi taybetî li Katoyê leşkerekî ku karibe şer bike nîne. Di çapemeniyê de gelek propagandayê dikin. Lê belê ev propaganda rastiyê nîşan nade."

Amûdê helîkoptera ku ji aliyê gerîla ve hate xistin bi bîr xist û got, "Rojek berê li Erdogan geriyan û gotin ku wan Kato kontrol kirine. Piştî rojekê helîkoptereke ku gelek kesên 'mejiyê şer', koordîneya şer ji wan re digotin tê de bûn, hate xistin. Ev yek derbeke mezin bû ku li wan ket. Dema mejiyê şer bimire, sîstema leşkerî ji hev dikeve. Tevlîhev dibin. Ji xwe welê bû. Rêveçûna şer guherî. Êdî bi rêya çapemeniyê hê bêhtir şerê taybet meşandin. Hin nûçe weşandin. Gotin 'Em ketin cihê ku ketin nepêkan bû' û hwd. Lê dema koordîne mir, neçar man bêdeng bibin."

GEL DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDA

Amûdê da xuyakirin ku artêşa Tirk êrîşî gel kir, ji bo pêşî li koçeran bigire zext kir, zerar da mal, erzaq û heywanên gundiyan, erd şewitandin, lê tevî her tiştî jî gel dest ji berxwedanê berneda.

Amûdê dubare kir ku divê cerdevan nekevin xefika dewleta Tirk û got, "Çi dibe bila bibe divê cerdevan tevlî operasyonan nebin. Ew ti carî ne di hedefa me de ne. Em naxwazin li wan bidin. Lê belê, eger bidin pêşiya operasyonê, em ê jî mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Bila bi serbilindî û bi rûmetî li cem gelê xwe cih bigirin."