YJA-STAR: 4’ê Nîsanê roja zayîna mirovahiyê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star’ê têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku, “Bi 4’ê Nîsanê re ne bi tenê Rêberê me hatiye dinê, pê re jî civakeke azad ava bûye.”

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star’ê têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em 69’emîn rojbûna Rêberê me yê ku ji bo civakê di rêka ferdê azad de bûye şewq û nîşaneya heqîqet û erdemê ye, roja 4ê Nîsanê bi taybetî ji bo gelê Kurd û ji bo tevahî cîhanê roja ji nû ve zayînê ye, pîroz dikin. Bi hêviya ku em di pêşerojên azad de bi Rêber Apo re bin, em hemû gelê xwe silav dikin.

Roja 4’ê Nîsanê ya ku rojbûna Serokatiya me ye, ji bo gelê Kurd yê ku di bin nîrê nijadkujiyê de ye, roja ji nû ve zayînê ye. Gelê Kurd yê ku vî halê mirinê dijî bi Rêber Apo re weke civakeke azad ji nû ve zayîna xwe pêkaniye. Ger dîrok û gelan serokên wisa dernexistiba holê, îro me nikaribû îddîaya avakirina civakeke bi ehleq û azad bidan nîşandan. Ji ber vê sedemê di roja 4’ê Nîsanê de tenê Serokê me nehatiye dinê; bi wî re bi hevbeşiya nirxên civak û gelan yê hezar salan ji nû ve zayîn hatiye avakirin.

Taybetî jî ji bo jinan, 4’ê Nîsanê wateyên pir cuda di hundirê xwe de dihewîne. Weke jin, bi saya Serok Apo bi qezenckirina nasname, bîr, nirx û vînê em hînî şerê ‘xwebûnê’ bûn. Ger îro bi mîlyonan jin derdikevin kolanan û têkoşîna nasnameya azad didin, ji bo civakeke û pêşerojeke azad çiyayên ku nîşaneya azadiyê ne, di refên YJA Star de şer didin meşandin ev bêguman bi saya ked û nirxên ku Serokatiya me ye. Ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê ji bo me pîroz e.

Her çiqas hêzên hegemon yê kapîtalîst bi diziya nirxên civakê yê ku mirovahî bi xwe ava kiriye, mêtingerî, dagirkerî û talanê rewa bike jî nikare bigihîje armanca xwe. Îro di çar parçeyên Kurdistanê de bi taybetî jî li Efrînê şerê azadiyê yê ku bi navê “Berxwedana Serdemê” bilind dibe û ji bo tevahî gelên cîhanê dibe hêviya azadiyê. Ev berxwedanî rastiyeke wisa derxist holê ku ti dagirkerî û êrîş nikare hêza binxistina heqîqeta azadiyê bide nîşandan. Şerê azadî û rûmetê di pêşengtiya felsefeya Rêber Apo de teqez wê qezenc bike. Wekî ku Rêber Apo gotiye; “ Ez darberû me, her çiqas pelê min biweşin jî, çiqlê min were kezaxtin jî, kokên min axê ve bi hêz girêdayî ye.” Dema em bi vê rastiyê mêze bikin, em ê cardin bibînin ku ev zayîn ji bo jin û gelê Kurd dîsa ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê dibe zayîna azadiyê. Bi vê zayînê re,dawîanîna esareta fizikî a ku li ser Rêber Apo tê meşandin bi parastina qezencên ku me bi destxistiye gengaz e. Ji bo vê,em ê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêbertiya xwe bibin seferber û em ê tecrîta Îmrali parçe bikin.

Di vê wateyê de tevahî gelê me ji bo Rêbertiya azad û Kurdistana azad li her cihî, di her dem û her saetê de bi mezinkirina berxwedanê pêwîst e têkoşîna qezenckirina jiyana azad a bi Serokatiya azad re bi serkeftî bidomîne. Di şexsê rêheval Mahsûm, Mûstafa, Delal, Avasta, Barîn, Îlam û Polatan de em tevahî şehîdên xwe bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Weke hêzên parastinê yê YJA Star bi bilindkirina têkoşînê em ê esareta Îmrali parçe bikin.”