Yilmaz: Nîqaşa li ser îdamê hewldana ji bo tevizandina civakê ye

Parêzer Ercan Yilmaz got, hikumet piştî kuştina zarokan ji bo pêşî li hesabpirsîna civakê bigire, îdam xistiye rojevê. Yilmaz destnîşan kir ku nîqaşên li ser îdamê nîqaşên pûç in.

Bûyerên destavêtin û kuştina zarokan ku rojên dawî zêde bûn, di nava civakê de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Hikumeta AKP'ê ku re li ber destavêtin-destdirêjiya li zarokan vekir, niha jî hewl dide jê sûdê werbigire.

Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê parêzer Ercan Yilmaz li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji sala 2008'an û vir ve li ser zarokên winda zêdeyî 100 hezar îxbar li meqamên edlî hatin kirin.

Yilmaz diyar kir ku nayê zanîn bê çend ji 100 hezar zarokên di nava 10 salan de winda bûne hatine dîtin û got, "Bi taybetî piştî ku keça bi navê Eylul beriya bê kuştin destavêtin lê hate kirin û li Agiriyê keça bi navê Leyla hate revandin û di nava 8-9 rojan de hate kuştin, bûn sedem ku windakirin û kuştina zarokan bikeve rojevê. Vê yekê di nava civakê de rê li ber hêrseke mezin vekir."

'NÎQAŞÊN LI SER ÎDAMÊ JI BO PÊŞÎGIRTINA LI HÊRSA CIVAKÊ YE'

Parêzer Yilmaz da xuyakirin ku li Tirkiyeyê piştî ku bûyerên gelekî giran qewimîn hingî pirsgirêk tên nirxandin û wiha dewam kir: "Sermeselê, li Pozantiyê piştî ku destavêtin li zarokan bû, mijara girtîgehên zarok lê tên girtin kete rojevê. Ya jî li Pasûrê piştî ku li medreseyên bi destûra dewletê hatin vekirin şewat derket û zarok mirin, nîqaşa li ser ewlekariya medrese û wargehan dest pê kir.

Li Tirkiyeyê modayeke welê heye, piştî ku binpêkirin çêbû tedbîr dikevin rojevê. Beriya wê tedbîr nayên girtin. Mijara zarokên winda jî bi vî rengî ye. Li şûna ku tedbîrên mayinde û pêşîgirtinê werin girtin, bi nîqaşên îdam û xesandinê hewl didin pêşî li hêrsa civakê bigirin û bitepisînin. Halbûkî em li bendê ne ku tedbîrên xurtir ên ku zarokan diparêzin, mafên wan diparêzin bên girtin."

ÎDAM ÇARESERÎ NÎNE

Parêzer Yilmaz diyar kir ku bi îdamê re pirsgirêkên wiha çareser nabin û got, "Gelek welat hene ku îdamê bi cih tînin. Li Îranê, Iraqê, li zêdeyî 30 eyaletên Amerîkayê ku xwe weke navenda şaristaniyê dibîne, cezayê îdamê heye. Tevî ku cezayê îdamê heye jî li wan welatan sûc kêm nabin. Berevajî, rêjeya sûc zêde dibe.

Ji ber vê yekê divê saziya qanûndanînê, meclîs, hikumet ji bo çareserkirina pirsgirêkê, malbatên zarokan, civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û saziyên perwerdeyê tevlî vî karî bikin û ji aliyê civakî ve pirsgirêkê lêkolîn bikin."

'PÊŞÎ LI CIVAKÊ TÊ GIRTIN JI BO HESAB JI DEWLETÊ NEPIRSE'

Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê parêzer Ercan Yilmaz destnîşan kir ku rewşa zarokên winda û argumanên di mijarên Ocalan û Demîrtaş de tên bikaranîn ji hev cuda nînin û got, "Ji bo hêrs û nerazîbûna civakê bitevizîne, ji bo pêşî li mirovan bigire ku hesab ji hikumet û dewletê nepirsin, gavên bi vî rengî diavêjin.

Gotina 'eger bînin ber min ez ê erê bikim' a ku Serokkomar anî ziman, ji bo pêşîgirtina li hêrsa civakê ye. îdam ji xwe çareserî nîne. Em di dîroka cîhanê de dibînin ku îdamê pêşî li kirina sûc negirtiye. Girîng e sosyolojiya vê rewşê baş bê nirxandin. Ne tiştek e ku dewlet bi tena serê xwe karibe çareser bike. Bi taybetî divê rêveberiyên herêmî tevlî kar bên kirin û bi vî rengî polîtîkayeke mayinde bê afirandin."