Yildirim: Esasê têkoşîna me ya dema nû Rêzdar Ocalan e

Yildirim di Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê de axivî û got, "Rastiyek wisa heye ku rewşa Rêzdar Ocalan di hiqûqeke beredayî de jî cihê wê tune."

Di civîna dawîn a Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê de Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nadir Yildirim axivî. Yildirim di axaftinê de gotina Rêzdar Ocalan a ku digot "Erdogan an wê bibe Ozal û an jî wê bibe Çîller" bi bîr xist û got "Mixabin Erdogan, Çîller jî derbas kiriye."

Yildirim bal kişand ser enerjiya erênî ya li Wanê û diyar kir ligel zext û ablûkayê, gelê Wanê xwedîtî li Nobeta Wijdan û Edaletê kiriye. Yildirim têkildarî tecrîda li Îmraliyê jî daxuyanî da.

'ERDOGAN ÇÎLLER JÎ DERBAS KIRIYE'

Yildirim di axaftina xwe de got, "Hevdîtinên partiya me yên bi Rêzdar Ocalan re ne bi tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî derfetên aştiyê afirandibû. Ocalan wê çaxê jî ji heyeta me re gotibû ku, heke em aştiyê pêk bînin û tifaqeke demokratîk ava bikin em ê karibin kêşeyên Rojhilata Navîn di çarçoveya demokratîk de çareser bikin.

Rêzdar Ocalan gotibû, ‘Li pêşiya desthilatdariyê du rê hene. Yan wê bibin Ozal an jî wê Çîllerê jî derbas bikin. Lê niha em dibînin ku Erdogan nebû Ozal û Çîller jî derbas kiriye.

'RIZGARIYA WELAT BI ŞIKANDINA TECRÎDA ÎMRALIYÊ RE WÊ PÊK WERE'

Rêzdar Ocalan di sala 2013’an de dema qala mekanîka darbeyê dikir qala dewleta paralel jî dikir. Erdogan jî di sala 2014’an de qala dewleta paralel kir. Em dixwazin bi zelalî bibêjin ku, çareseriya kêşeyên li welat bi çareseriya demokratîk a doza Kurdan pêk were.  Rêya çareseriya demokratîk jî di destê Ocalan de ye. Bi vê mebestê em tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin û em dixwazin bal bikişînin ser gotina Ocalan a ku di sala 1993’an de digot “Ez li mûxatabekî digerim.” Ji ber vê jî hedefa esasî ya vê serdema me ev e ku em tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin û divê Rêzdar Ocalan karibe fikrên xwe ji raya giştî re bibêje."

'FAŞÎZM BI TECRÎDÊ TÊ TAHKÎMKIRIN'

Yildirim axaftina xwe wisa domand, "Rêzdar Ocalan 2 sal û nîv in bi tu heyetê, 7 sal in ku bi parêzerên xwe û salek e jî bi malbata xwe nehatine cem hev. Vê rewşa Ocalan di hiqûqa herî beredayî de jî cihê wê tune. Di siyaseta cîhanê de tu mînaka vî tiştî tune. Ev tê wateya ku faşîzm ji nû ve tê tahkîmkirin. Divê em rewşên ku wê Hîtler jî derbas bikin bînin ber çavên xwe û têbikoşin. Di navenda vê têkoşînê de jî em Rêzdar Ocalan dibînin. Li ser vî esasî wê gelê me xurt be û li ser esasê demokrasiyê wê têkoşîna me bidome."