Yildirim: Bi coşa Wanê em berê xwe didin Îzmîrê

Alîkarê Hevserokatiya HDP’ê û parlementerê Wanê Nadir Yildirim got ku bi hêz û moralê ku ji Wanê stendine wê berxwedanê geştir bikin û berê xwe bidin Îzmîrê.

Li Wanê Nobeda Wijdan û Edaletê di roja 5’emîn de ye. Nobed wê bi civîna çapemeniyê ya roja Duşemê bi dawî bibe. Alîkarê Hevserokatiya HDP’ê û parlementerê Wanê Nadir Yildirim nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê ji ANF’ê re nirxand.

GELÊ WANÊ DEV JI BERXWEDANÊ BERNEDA

Yildirim diyar kir ku piştî Amed û Stenbolê, Nobeda Wijdan û Edaletê ya Wanê gelekî girîng e û got: “Nobeda me piştî Stenbolê li Wanê bandoreke erênî çêkir. Li Wanê bajar hemû di bin ablûqa û êrîşan de ye. Bi dehan gelê me yên sîvîl hatin qetilkirin, êrîşî bi sedan gelên me kirin lê gelê Wanê dev ji berxwedana xwe berneda.”

‘LI WANÊ GEL REJÎMA PÊKUTIYÊ ŞIKAND’

Yildirim diyar kir ku çalakiya li Wanê moral û biryardariya wan zêdetir kiriye û got: “Nobeda li Wanê bandoreke erênî li coş û baweriya me kir. Ablûkaya li Wanê li gorî bajarên din zêdetir e. Ligel vî tiştî gelê me hat serdana me û rejîma pêkutiyê şikandin.”

‘BI COŞA KU ME JI WANÊ STEND EM BER BI ÎZMÎRÊ VE DIMEŞIN’

Yildirim herî dawîn wiha got: “Li Wanê em çûn gundan, me malbat li hev anîn. Ji ber wê jî me xwe gihand hemû aliyên civakî yên Wanê. Vî tiştî moral, coş û heyecan da me. Em berxwedanê geştir dikin û ber bi Îzmîrê ve diçin û bi vê hêzê em ê di serê Îlonê de li Wanê mîtînga xwe li dar bixin û em ê vê pêvajoyê bi dawî bikin.”