'Yên ku jiyana me parast, Kurd in'
Tirkmen Selva ya ji Helebê da xuyakirin, ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, ew neçar man e axa xwe biterikînin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk bang li Tirkmenan kir.
Tirkmen Selva ya ji Helebê da xuyakirin, ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, ew neçar man e axa xwe biterikînin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk bang li Tirkmenan kir.
Endama Saziya Koçberan a Şêx Meqsûdê Tirkmen Selva diyar kir, dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablûs û El Raî re sîstema federal a demokratîk kiriye hedef. Selva rewşa Tirkmenan a li Sûriyeyê û nêrîna wan a li sîstema federal a demokratîk ji ANF'ê re nirxand.
'DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN KOALÎSYONA NETEWEYÎ YA SÛRIYEYÊ ZERARÊ DIDIN TIRKMENAN'
Tirkmen Selva da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe zerareke mezin li gelê Tirkmen dike û got, "Weke gelên li herêmê em dixwazin li welatekî demokratîk bi rengekî azad û bi hev re bijîn."
Selva da zanîn, bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona neteweyî ya sûriyeyê re, kîn û nefreteke mezin li dijî gelê Tirkmen derketiye holê û gundên wan hatine şewitandin û xerakirin.
Selva diyar kir, di nava gelên Sûriyeyê de hê hin kesên bi hêzên derve ve girêdayî ne hene û bal kişand ser Îdlib, Ezaz, Cerablûs, El Raî û Babê. Selva destnîşan kir, hêzên li vê herêmê xwe weke mûxalefeta Sûriyeyê bi nav dikin, bi taybetî di bin navê 'Tirkmen' de tevdigerin, bi temamî bi dewleta Tirk û hêzên din ên derve ve girêdayî ne.
'KURD XWEDÎ LI GELÊ TIRKMEN Û GELÊN DIN DERKET'
Selva bibîr xist, dewleta Tirk û çeteyên wê tevî DAIŞ'ê êrîşî gelê Tirkmen kirin û li Cerablûs, El Raî, Bab û Ezazê komkujî kirin. Selva anî ziman, gelê Tirkmen jî neçar ma ji van herêman koç bikin û xwe li Efrîn û Şêx Meqsûdê bigirin.
Selva ragihand, gelê Tirkmen di dema dawî de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve ji dora Babê jî tên koçkirin û got, "Piştî ku dewleta Tirk Cerablûs û El Raî dagir kir û hewl da El Babê dagir bike, jiyan li gelê Tirkmen herimî. Komên weke Tûgaya Sûltan Mûrad û Eniya Tirkmen a Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin û îdîa dikin ku ew Tirkmen in, gundên Tirkmenan ên li Ezaz, Cerablûs û El Raî şewitandin, xera kirin. Mal talan kirin.
Ji ber hewldana dagirkirina El Babê, xaniyên Tirkmenan bi erdê re kirin yek. Tirkmen neçar man ji El Babê koç bikin. Berê xwe dan Minbic, Efrîn û Şêx Meqsûdê. Tirkmenan xwe li Kurdan, li hêzên YPG/YPJ'ê girtin. Yên ku em li jiyanê vegerandin, Kurd in. Gelê Kurd û hêzên YPG/YPJ'ê hem li Efrînê hem jî li Şêx Meqsûdê ji destpêka şer û vir ve ji aliyê madî û manewî ve xwedî li gelê Tirkmen û gelên din derket û derdikeve."
'DIVÊ DEWLETA TIRK DESTÊN XWE JI AXA ME Û JI TIRKMENAN BIKIŞÎNE'
Tirkmen Selva da xuyakirin, ku herêmên berê Tirkmen lê bûn, bi dorê ji aliyê çeteyên koalîsyona Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê hatine dagirkirin û niha jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.
Selva destnîşan kir, weke gelê Tirkmen ew dixwazin herêmên wan, bi taybetî Şehba ji çeteyên koalîsyona Sûriyeyê û dewleta Tirk bên rizgarkirin û got, "Yê ku DAIŞ û çeteyên mîna wê ev 6 sal in kir belayê serê me, dewleta Tirk e. Ji meha Tebaxê û pê ve ew bi xwe ket nava Şehbayê. AKP-Erdogan hewl dide Tirkmenan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne."
Selva destnîşan kir, ku ew vê qebûl nakin û got, "Em parçeyek ji gelên Sûriyeyê ne. Em Erdogan û sîstema wî ya paşverû naxwazin. Em Sûriyeyeke federal a demokratîk dixwazin."
'DEWLETA TIRK TENÊ MIRIN Û HILWEŞÎNÊ LI SER ME FERZ DIKE'
Tirkmen Selva anî ziman, dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona sûriyeyê, ji bilî mirin û hilweşînê tiştek nedane gelên Sûriyeyê û li ser navê Tirkmenên li Sûriyeyê ev bang li tevahiya cîhanê û hemû gelan kir:
"Dewleta Tirk kujer e. Hem li Tirkiyeyê komkujî kir, hem jî li Sûriyeyê. Heleb êdî bajarekî wêrankirî ye. Li Cerablûs, El Raî û derdora Babê, malên Tirkmenan ji aliyê çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrad û Eniya Tirkmen a Sûriyeyê ve hatin şewitandin û hilweşandin. Her tiştên me hatin talankirin. Di vir de rola dewleta Tirk gelekî mezin e.
Bi saya AKP/Erdogan ti cudahiya Tirkiyeyê ji Helebê nema ye. Bi tank û topan, navçe û bajar xera kirin. Mirov bi saxî şewitandin. Dewleteke ku li nava welatê xwe hilweşîneke di vê astê de dike, tişta ku ji gelên Sûriyeyê re bîne mirin û hilweşîn e."
Selva da xuyakirin, ku Tirkmenan federalîzma demokratîk a li ser bingeha azadî, wekhevî û demokrasiyê tercîh kirine û got, ew ê heta dawiyê li dijî artêş û çeteyên bi pere yên Erdogan li ber xwe bidin.
BANGA LI GELÊ TIRKMEN
Tirkmen Selva da zanîn, nûnerên gelê Tirkmen jî beşdarî civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bûne û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, ev bang li Tirkmenan kir:
"Ji bo siberoja Sûriyeyê, divê Tirkmen tevlî hemû xebatan bibin. Eger em tevlî vê pêvajoya dîrokî û şoreşê nebin dibe ku di dema pêş de zehmetiyên gelekî mezin derkevin pêşiya me. Ev sîstema nû, ji bo yekîtî û hevgirtina gelan e. Sîstema federal a demokratîk, her kesên ji her gel û baweriyan azad dike. Hemû gel û bawerî, xwe bi xwe di nava sîstema federal a demokratîk de bi rê ve dibe.
Hêvîdar im, di serî de Tirkmen wê ti kes ji hêzên derve bawer neke. Armanca wan, pêkanîna azadî û demokrasiyê nîne. Armanca wan xerakirina azadî û demokrasiyê ye. Ez jî dixwazim, Tirkmen nekevin xefikên van hêzan."